Li Amedê banga beşdariya mitînga ‘Aştî û Azadiyê’ hat kirin
- 11:12 3 Sibat 2025
- Rojane
AMED - Têkildarî mitînga “Ji bo Aştiyê Mitînga Azadiyê” 8'ê Sibatê li Qada Îstasyonê pêk werê daxuyanî hat dayîn. Hevseroka DBP'a Amedê Sultan Yaray got: “Werin em bi hev re ji bo aştî û azadiyê 8'ê Sibatê li Qada Îstasyonê kom bibin.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) dê di 8'ê Sibatê de li Amedê bi dirûşma “Ji bo aştiyê û azadiyê em tên ba hev” mitîngek li dar bixe. Mitîng dê saet li 12:00'an dê li Qada Îstasyonê pêk were. Rêxistinên DBP û DEM Partî yên Amedê têkildarî mitîngê li avahiya DEM Partiya Amedê civîn çapemeniyê li dar xistin. Rêveberên her du partiyan di civînê de amade bûn.
Di civînê de ewilî Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn axivî û da zanîn ku Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibe û wiha got: “Pirsgirêkên di Rojhilata Navîn de êdî ji bo gelan hatiye asta bêtehamuliyê. Bi taybetî li Kurdistanê ev pirsgirêk sed sal in berdewam dikin û divê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Ev pêvajoya dîrokî ji bo gelan derfeteke mezin e. Werin em ji bo azadî û aşitiyeke mayînde dengê xwe bilind bikin.”
Piştre Hevseroka DBPê ya Amedê Sultan Yaray axivî û diyar kir ku sed sal in dixwazin dengê Gelê Kurd qut bikin û polîtikayên tunekirinê li ser Gelê Kurd dimeşînin.
Sultan Yaray ji bo beşdariya mitîngê ev bang kir: “Gelê Kurd li dijî polîtîkayên qirkirin û talankirinê berxwedanek daye û êdî hatiye asta ku ber bi azadî û aştiyeke mayînde ve diçe. Em wek gelê Kurd dixwazin êdî daxwaza aştiyê pêk were. Pirsgirêka gelê Kurd ne tenÊ pirsgirêka Kurdan e. Heke pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê Tirkiye nebe welatek demokratîk. Werin em bi hev re ji bo demokrasî, aştî û azadiyê di 8ê Sibatê de saet li 12:00'an li Qada Îstasyonê bi hev re ji bo aştiyê deng bidin dengê hevdû û biqîrîn.”