Ji bo çareseriyê dibêjin ‘Divê Abdullah Ocalan azad be’
- 09:03 3 Sibat 2025
- Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
ÎZMÎR - Jinan der barê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re tên kirin de axivîn û diyar kirin ku ji bo pêvajo bigihêje armanca xwe divê Abdullah Ocalan azad bibe û dawî li zextan bên.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi salan e li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin, agahî jê nayên girtin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28'ê Kanûna 2024'an de hevdîtin pêk anîn û peyama ji 7 xalan pêk dihat hat ragihandin. Hevdîtina duyemîn a heyetê di 22’yê Çile de pêk hat.
Di daxuyaniyên heyeta DEM Partiyê yên têkildarî hevdîtinan de, diyar kir ku Abdullah Ocalan bal kişandiye ser xebatên xwe yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd. Hate parvekirin ku Abdullah Ocalan bal kişandiye ser mijarên bingehîn ên weke demokratîkbûyîn û rola Meclîsê ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de. Her wiha hat ragihandin ku Abdullah Ocalan diyar kiriye ku wê di her şert û mercî de bibe îrade û hêza çareseriyê.
Jinên li taxa Çîmentepe ya Konak a Îzmîrê der barê pêvajoyê de axivîn.
Di rojeva civakê de aştî heye
Jinan diyar kirin ku Kurd di aştiyê de bi israr in û tevî hemû zext û êrîşan Kurd ji bo aştiyê têdikoşin. Her wiha jinan diyar kirin ku ji bo pêvajo bigihêje armancê divê Abdullah Ocalan azad bibe.
Li aliyekî aştî li aliyekî zext
Gelek jinên ku me mîkrofonên xwe dirêjî wan kir, diyar kirin ku ji ber zextan naxwazin biaxivin. Jinan gotin ew ji tundiya dewletê xwe vedikşînin û hîna pêvajoyeke aştiyê nayê dîtin û divê zextên dewletê bidawî bin.
‘Divê aştî bê ser vê axê’
Zozan Emen diyar kir ku aştî daxwaza wan a herî mezin e û wiha bi lêv kir: “Em dipên ku aştî bê ser vê axê. Divê pêvajoyek ji dil hebe. Behsa aştiyê dikin lê li aliyê din qeyûman tayîn dikin. Her roj êrîşê Rojava dikin. Zarokan qetil dikin, sivîlan qetil dikin.”
‘Divê Abdullah Ocalan azad be’
Zozan Emen wiha dirêjî dayê: “Gotinên Abdullah Ocalan pêk bihatana wê niha pêvajo leztir bûna. Divê Abdullah Ocalan azad bibe. Heta azad nebe aştî ne pêkan e. Em gavê davêjin ew her tim şûnde diçin. Ev pêvajo wisa nameşe.”
‘Divê dawî li êrîşan bînin’
Leyla Urun jî wiha got. “Em li alî aştiyê ne, em aştiyê dixwazin, wekheviyê dixwazin. Divê êrîşê li hember Rojava bên rawestandin, divê dengê wan bê bihîstin. Cîhan li hember Rojava bêdeng e. Ev çawa aştî ye. Dibêjin bila gelê Rojava çekan deynin. Kurd ji bo aştiyek wisa çekan danayne. Gelê Rojava xweseriya xwe qezenc kiriye.”
Jina bi navê Narenciye Acar jî daxuyakirin ku ew şer naxwazin, aştiyê dixwazin û got: “Kurd ji bo aştiyê gavê davêjin lê dewlet bersivê nade. Niha li holê aştiyeke tuneye. Êrîşên li hember Rojava nayên qebûlkirin. Azadiya Abdullah Ocalan girîng e. Pêvajoyeke hebe divê samîmî bê meşandin.”
‘Em aştiyê dixwazin’
Naîle Acar jî bi lêv kir ku ew aştî û azadiyê dixwazin û wiha got:”Bila ev zext bidawî bin. Wê dayik heta kengê bigirîn? Em aştiyeke ku wekhevî lê heye dixwazin. Em hemû yek in. Êdî bes e, bila ev şer û komkujî bidawî bin.”