Li kolanên Mersînê ji bo îradeyê meş
- 21:57 11 Çile 2025
- Rojane
MERSÎN - Li navçeya Akdenîzê li dijî hewldana qeyûm li taxan meş pêk hat. Girseyê bang kir ku sibê di çalakiya nobetê ya li ber avahiya şaredariyê û ber edliyê bên gel hev.
Binçavkirina Hevşaredarên Akdenîzê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Nuriye Arslan,Hoşyar Sariyildiz û hinek endamên meclîsa şaredariyê li Mersînê hat şermezarkirin. Çalakiya nobetê ya li ber şaredariyê di roja duyem de didome û saetên êvarê de li taxa Guneş û Çîlek ji bo îradeyê meş pêk hat. Girseyê bê navber dirûşmeya ‘Bijî berxwedana gelê Kurd’, ‘qeyûm talane, berxwedan jiyane’ berzkirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mersînê Perîhan Koca axivî û da zanîn ku binçavkirina hevşaredaran dijhiqûqiye û ew vê qebûl nakin. Perîhan Koca bang ligel kir ku sibê j ibo xwedîderketina li îradeyê saet di 11.00’an de li ber şaredariyên bên gel hev.
Piştre cigirê serokê giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryarkî axivî û bang li gel kir ku sibê li ber edliyê bên gel hev.