Li kolanên Mersînê ji bo îradeyê meş 2025-01-11 21:57:12   MERSÎN - Li navçeya Akdenîzê li dijî hewldana qeyûm li taxan meş pêk hat. Girseyê bang kir ku sibê di çalakiya nobetê ya li ber avahiya şaredariyê û ber edliyê bên gel hev.   Binçavkirina Hevşaredarên Akdenîzê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  Nuriye Arslan,Hoşyar Sariyildiz û hinek endamên meclîsa şaredariyê li Mersînê hat şermezarkirin. Çalakiya nobetê ya li ber şaredariyê di roja duyem de didome û saetên êvarê de li taxa Guneş û Çîlek ji bo îradeyê meş pêk hat. Girseyê bê navber dirûşmeya ‘Bijî berxwedana gelê Kurd’, ‘qeyûm talane, berxwedan jiyane’ berzkirin.    Parlamentera DEM Partiyê ya Mersînê Perîhan Koca axivî û da zanîn ku binçavkirina hevşaredaran dijhiqûqiye û ew vê qebûl nakin. Perîhan Koca bang ligel kir ku sibê j ibo xwedîderketina li îradeyê saet di 11.00’an de li ber şaredariyên bên gel hev.   Piştre cigirê serokê giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryarkî axivî û bang li gel kir ku sibê li ber edliyê bên gel hev.