Navê kesên di êrîşa SÎHA’yê de hatin qetilkirin diyar bûn
- 20:25 11 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Duh di êrîşa SÎHA’yê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hat kirin de endama Rêveberiya Kongra Star Şehnaz Omer û welatiyek hatin qetilkirin.
Kongra Star daxuyaniyek da û diyar kir ku endama rêveber Şehnaz Omer di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta Tirk fikrê tunekirina DAIŞ`ê li herêmê tehemul nekiriye, ji ber wê her tim pêşengên têkoşîna jinan dike hedef. Herî dawî hevala me Şehnaz Omer a xwedî vîn û her tim li eniyan ji bo azadiya jinan tê dikoşî, kir hedef. Şehnaz li Şam, Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar û xebatên kongrayê meşandin. Bi saya kesayeta xwe ya nerm û dilnizim kete dilê tevahî jinan. Bi wê re ajokar Ehmed Elî jî şehîd bû."
Di daxuyaniyê de behsa rola Şehnaz di birêxistinkirina jinan û çawa li hember zulmê û zordestiya pergala Baasê serî netewandiye de hate kirin û soz hate dayîn ku dê xewn û xeyalên Şehnaz û şehîdan werin bidestxistin.
Di daxuyaniyê de kSara, Rojbîn, Ronahî yên di komkujiya Parîsê de hatin qeitlkirin, jinên şoreşger yên din Pakîze, Fatma, Sêvê, Evîn Goy û Kerem El Şihab hatin bi bîranîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê nasnameya kesê ku di êrîşa Balafirên Bêmirov ên Çekdar ên li ser gundê Qereçox ê bejahiya Dêrikê de jiyana xwe ji dest da eşkere kir. Hat diyarkirin ku kesê di êrîşa balafira bêmirov de jiyana xwe ji dest da ciwanê bi navê Ehmed Elî ye ku tevî malbata xwe 6 sal berê ji Serêkaniyê, hatiye Dêrikê.