Rêxistinên jinan ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî dan

  • 18:07 11 Çile 2025
  • Rojane
 
ESKÎŞEHÎR - Rêxistinên jinan, der barê Rojîn Kabaîş de daxuyanî dan û diyar kirin ku divê lêpirsînek bi bandor bê meşandin.
 
Meclîsa Jinan a Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin(KCDP) û Federasyona Femînîst^ne Ciwan, der barê xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş ku winda bû û 18 roj şûnde cenazeya wê hat dîtin de li ber Kanali AVM’ê daxuyanî dan. Pankara ‘Çi bi Rojînê hat’ hat vekirin û dirûşmeyên ‘Em edaletê dixwazin’ hatin berzkirin.
 
Li ser navê girseyê Suda Aydin daxuyanî xwen dû da zanîn ku der barê mirina bi guman a Rojînê de lêpirsînek bi bandor nehatiye meşandin û di bin navê întîxarê de hewl tê dayîn dosya bê girtin.  Sude Aydin da zanîn ku li ser Rojînê DNA’ya du mêran hatiye dîtin û divê ev bên lêkolînkirin û tespîtkirin.
 
Sude Aydin dawiy aaxaftina xwe de daxuyakirin ku wê şopdarê dosyayê bin û destur nedin girtina dosyayê.