Rapora MKG'ê ya sala 2024'an: Êrişî 30 rojnamegeran hat kirin
- 13:25 7 Çile 2025
- Rojane
AMED - MKG, rapora xwe ya sala 2024'an aşkera kir. Li gorî raporê 30 rojnamegerên êriş li wan hatine kirin, 49 rojnamegerên hatine binçavkirin, 17 rojnamegerên gef li wan hatine xwarin û 40 rojnameger jî şopandina wan a nûçeyan hatine astengkirin.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora sala 2024’an li avahiya komeleya xwe parve kir. Bi tevlîbûna endamên komeleyê rapor bi kurdî û tirkî hat parvekirin. Kurdî ji hêla. Rojda Aydin û tirkî jî ji hêla Arjîn Dîlek Oncel ve hat xwendin.
Di raporê de wiha hat gotin:
"Sala 2024’an bû serdemeke ku zextên li ser rojnamegeran kûrtir bûne û ji bo çapemeniya azad xeteriyeke cidî ava kiriye. Gelek endamên çapemeniyê, bi taybetî rojnamegerên jin, ku hewl didin pîşeya xwe bimeşînin, li qadê û hawîrdora dîjîtal bi êrîşên fizîkî, tirsandina qanûnî û cudakariya zayendî rû bi rû dimînin. Ev zext gihiştine asteke ku ne tenê şert û mercên xebatê yên rojnamegeran, mafê civakê yê agahdarkirinê û pêvajoyên demokratîk jî dixe xeterê.
Di sala 2024’an de yek ji mînakên herî berbiçav ên şîdeta li dijî rojnamegeran qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên êrîşên li ser Qerekozax û Bendava Tişrînê dişopandin bû. Di 19’ê Kanûnê de di dema êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ên bi navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, rojnamevanên ku ji aliyê Balafirên Bêmirov ên Çekdar ên Tirk (SÎHA) ve hatibûn hedefgirtin, tevî ku li ser wesayîtên wan bi zelalî “PRESS” hatibû nivîsandin jî, dîsa hatin gulebarankirin. Ev êrîşa ku li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û Bajarokê Sirrîn de pêk hat, binpêkirinên li dijî mafê jiyanê yên endamên çapemeniyê eşkere kir.
Pêwistiya parastina rojnamegeran
Ev êrîş ne tenê êrîşeke li dijî rojnamegeran e, di heman demê de li dijî prensîbên hiqûqa navneteweyî û azadiya çapemeniyê jî eşkere ye. Bertekên ku piştî bûyerê ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve hatin nîşandan, careke din pêwîstiya hişyarkirina cîhanê ya li ser pêwîstiya parastina rojnamegeran anî rojevê.
Pîvaneke din a zexta li ser rojnamegeran êrîşên sîstematîk ên li ser platformên dîjîtal e. Rojnameger, bi taybetî yên ku li ser mijarên hestiyar ên wekî mafên jinan, herêmên pevçûnan û mafên mirovan dixebitin, bûne hedefa kampanyayên nefretê yên organîze, eşkerekirina agahiyên şexsî û tacîza sîber. Ev cureyê şîdeta dîjîtal ne tenê karê rojnamegeran di karê xwe de zehmet dike, lê di heman demê de dibe mekanîzmayek ku ewlehiya wan a derûnî û laşî dixe xetereyê.
Zextên hiqûqî weke amûreke sîstematîk a bêdengkirina rojnamegeran berdewam kir. Di tevahiya sala 2024'an de, gelek rojnameger ji ber nûçeyên xwe yên rexneyî hatin darizandin û bi pêvajoyên dozên dirêj rû bi rû hatin hiştin. Ji aliyekî din ve, piraniya tawanbarên gef û êrîşan li dijî rojnamevanan bêceza man û vê yekê jî çandeke bêcezakirinê ava kir ku tundiya li dijî endamên çapemeniyê zêde kir. Bikaranîna mekanîzmayên qanûnî ya li dij parastina mafên rojnamegeran weke amûreke tirsandinê tê bikaranîn, ji bo çapemeniya azad xeteriyeke cidî ye.
Ewlehiya jiyana wan nîne
Dema zextên fizîkî, dîjîtal û hiqûqî yên li ser rojnamegeran tên cem hev, xeteriyeke sîstematîk a ku çapemeniya azad dike hedef derdikeve holê. Rojnameger, bi taybetî yên ku li herêmên pevçûnan dixebitin, ne tenê di gihandina agahiyan de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin, di heman demê de dema ku pîşeyê xwe dimeşînin li ser ewlehiya jiyana wan jî xetere heye.
Van tehdîdên li ser çapemeniya azad ne tenê mafên rojnamegeran binpê dike, her wiha mafê civakê yê bidestxistina agahiyên rast û bêalî jî binpê dike. Her rojnamevanekê/î ku tê bêdengkirin, beşeke êrîşa li dijî mafê civakê yê wergirtina nûçeyan û hînbûna rastiyê ye.
Ji bo dawî li êrîşên li dijî rojnamegeran û parastina çapemeniya azad bê kirin divê tedbîrên lezgîn bên girtin. Beriya her tiştî divê mekanîzmayên edaletê bi awayekî bi bandor bixebitin da ku êrîşkarên li hemberî rojnamegeran bêceza nemînin û bersiva darazê ya li hemberî van binpêkirinan bi awayekî zelal bê diyarkirin. Divê li dijî êrîşên sîber û kampanyayên nefretê yên ku di hawîrdora dîjîtal de têne kirin tedbîrên bihêztir bêne girtin.
Bidestxistina agahiyên rast girîng e
Divê mekanîzmayên navneteweyî ji bo misogerkirina ewlehiya rojnamegeran, bi taybetî yên ku li herêmên pevçûnan dixebitin, bêne danîn û destûr were dayîn ku rojnameger bi ewlehî li van herêman erkên xwe yên çavdêrên bêalî pêk bînin. Her wiha gelek girîng e ku rêxistinên navneteweyî yên ku azadiya çapemeniyê diparêzin binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamegeran zelaltir bikin û li dijî van binpêkirinan gavên berbiçav bavêjin. Rakirina zextên li ser rojnamegeran ne tenê ji bo parastina mafên takekesî, ji bo pêşeroja civakên demokratîk jî pêwîstiyek e.
Êrîşên li ser rojnamegeran ne tenê ji bo komeke profesyonel pirsgirêk e, lê belê qeyraneke ku pêşeroja civakên demokratîk dixe xeteriyê. Her rojnamegerê ku dema hewl dide pîşeya xwe bimeşîne, mîna rojnamegerên li Qerekozax û Bendava Tişrînê bûne hedef, sembola têkoşîna çapemeniya azad e. Van sembolan careke din tînin bîra me ku parastina mafê civakê ya bidestxistina agahiyên rast, çiqas girîng e."
Daneyên îstatîstîk ên rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a sala 2024'an wiha ye;
"1-) Binpêkirina ewlehî û mafê jiyanê yên jinên rojnameger
Rojnamegerên êriş li wan hatine kirin 30
Rojnamegerên bi ser mala wan de hatine girtin 10
Rojnamegerên hatine binçavkirin 49
Rojnamegerên ji bo îfadeyê bang li wan hatine kirin 8
Rojnamegerên derbarê wan de biryara girtinê hatine dayin 3
Rojnamegerên hatine girtin 4
Rojnemegerên bi muameleya ne baş rû bi rû mane 45
Rojnamegerên gef li wan hatine xwarin 17
Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hatine astengkirin 40
Binpêkirina mafên rojnamegeran a li girtîgehan 8
2-) Binpêkirina fikir û ramanên jinên rojnameger
Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin 37
Rojnamegerên derbarê wan de doz hatine vekirin 29
Rojnamegerên hatine cezakirin (Hejmara kesan) 25
Cezayê girtîgehê 52 sal 9 meh 17 roj
Cezayê pere 21.240 TL
Rojnamegerên darizandina wan dewam dikin (Hejmara dosyayê) 105
Hejmara kesan 183
Hejmara rojnamegerên girtî 8
3-) Binpêkirina mafên civakî/aborî yên rojnamegeran
Rojnamegerên dawî li karê wan hatiye 6
Lîsteya Rojnamegerên Girtî ya Sala 2024'an
1. Elif Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuş
2. Gulistan Dursun - Rojnameger
3. Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilim
4. Lutfiye Burcu Kara – Rojnemeya Yekîtiya Têkoşînê
5. Ozden Kinik – Xebatkara TRT’ê ya Berê
6. Selamet Turan – Rojnameger
7. Serpil Unal – Rojnemeya Yekîtiya Têkoşînê
8. Pinar Gayip – Ajansa Etkin Haber
Lîsteya Rojnamegerên di sala 2024'an de hatine berdan
1. Bircan Yildirim
2. Derya Ren - Nûçegîhana JINNEWS’ê
3. Dicle Muftuoglu – Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê
4. Dilan Oynaş – Xebatkara Azadiya Welat
5. Esra Solin Dal – Ajansa Mezopotamyayê (MA)
6. Nazli Ilicak
7. Ozlem Seyhan – Rojnameger
8. Sibel Mustafaoglu
9. Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabah a Enqereyê"