Ji sînorê Qamişloyê peyama 'Em ê bibin dengê şoreşa Rojava'
- 15:33 6 Çile 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo ya li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 25’emîn de didome. Di daxuyaniya ku îro hat dayîn de parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz axivî û got: "Em ê bibin dengê şoreşa Rojava. Şoreşa Rojava ji bo cîhanê ronahî ye."
Çalakiya nobedariya sînor a li ser sînorê Qamişlo ya navçeya Mêrdîn Nisêbînê ya li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya 25’an de didome.
Girseya ku ji saetên sibehê ve li herêmê kom bû, bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin jiyan azadî” çalakiya nobetê berdewam kir.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, armanca çalakiyê ji ziyaretvanên ku di nobeda girseyî de hatin gel hev re vegot û der barê rojevê de nirxandin kirin. Piştî ku ziyaretvan û çalakger hatin cem hev, ji aliyê girseyê ve li dijî êrîşan daxuyanî hat dayîn.
'Ev berpirsiyarî berpirsiyariyeke dîrokî ye'
Salîha Aydenîz di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku nobed 25 roj in didome û got: “Ji bo parastina şoreşa Rojava 25 roj in em li vir nobetê digirin. Em di warê demokrasiya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê de li vir in. Çalakiya cerdevaniyê ya li ser sînorê Kobanê li vir 25 roj û li Pirsûsê jî 15 roj in dewam dike. Li vir li dijî êrîşan nobeda mirovahiyê tê girtin. Me bi berpirsyariya însanî ya ku me li vir girt ser milê xwe dest bi nobedê kir. Lê ev ne berpirsyariyeke ku tenê dikeve ser milê gelê Kurd. Em gelê Kurd, jinên Kurd weke her kesê demokrasiyê bi berpirsyariya xwe dizanin. Ev berpirsyarî berpirsyariyeke dîrokî ye. Bi pergala ku 100 sal in heye jiyana demokratîk ava nebûye. Dixwazin bi pergala çeteyan ve destkeftiyan tune bikin."
'Divê statuya Rojava bê qebûlkirin'
Salîha Aydenîz diyar kir ku gelê Kurd ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn aktorekî girîng e û wiha axivî: “Ji ber ku gelê Kurd ne tenê ji bo mafên xwe, ji bo demokrasiyê têdikoşe. Divê pêşî li Rojava û Sûriyeyê statûya Kurdan bê naskirin. Ev sîstem wê ji hemû gelan re bibe mînak. Îro li Tirkiyeyê jî pêvajoyek dest pê dike. Û gelo ev pêvajo dikare bidome, girêdayî statuya li Rojava ye. Êrîşa li ser Rojava di heman demê de êrîşa li ser bakur, başûr û rojhilat e. Lewma divê statuya Rojava bê qebûlkirin.
Divê demildest pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ev jî bi gotinên demokratîk û aştiyane çareser dibe. Li aliyekê axaftina aştiyê û li aliyê din kuştin û êrîşkirin ne yek e. Belê, civîn heye û ev çend roj in şanda me serdana aliyên siyasî dike. Lê muxatab gotinên xwe gotin. Niha divê muxalefet bersiva vê yekê bide. Sîstema ku birêz Ocalan pêş xistiye, alternatîfa vê pergala qirêj e. Divê ev şans bê dîtin.
Ji ber vê yekê ne tenê bi muzakereyan divê şert û mercên azadiyê bên dabînkirin. Dewlet jî dizane ku çareseriya vê pirsgirêkê Îmraliye. Ji ber vê yekê divê di zûtirîn dem de Birêz Ocalan azad bibe û şert û mercên aştiyê pêk bên. Çawa ku gelê Kurd 100 sal in tevî zextan serî natewîne, ji niha û pê de jî serî natewîne. Heta ku demokrasî pêk were em ê nobeda xwe bidomînin û em ê bibin dengê şoreşa Rojava. Şoreşa Rojava ji bo cîhanê ronahî ye."