Xwebûn bi manşeta ‘Nexşeya 2025’an diyar kir’ derket
- 10:09 6 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Nexşeya 2025’an diyar kir” bal kişand ser 7 xalên çareseriyê yên ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo çareseriye parve kirin. Rojnameyê destnîşan kir ku ev xal dê bibin nexşeya çareseriyê ya 2025’an.
Hejmara 264’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Nexşeya 2025’an diyar kir” derket. Rojnameyê cih da analîza nivîskar Felemez Ulug ku li ser geşedanên 2024’an radiweste û balê dikişîne ser sala 2025’an ku paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo vê salê rê nîşan bide. Rojnameyê di surmanşetê de jî bi sernavê “Mîrateya berxwedanê hiştin” cih da nûçeya rûpela jinê ya der barê 6 jinên ku li Silopiyayê û Parîsê hatin qetilkirin û mîrateya ku li pey xwe hiştine.
Rojnameyê di bin manşetê de jî bi sernavê “No vengê aştî û demokrasî yo” cih da hevpeyvîna ku bi Kirmanckî bi Hevserokê TOD-DER’ê Mûrat Kan re hatiye kirin.