NÛJINHA bû dengê jinan

  • 09:06 6 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Di 4’emîn salvegera damezrandina ajansa jinan NÛJINHA’yê de jinên rojnameger diyar kirin ku ew ê dengê jinan li her derê belav bikin û gotin:” Li Rojhilata Navîn şerek tê meşandin, şerekî taybet û şerê ragihandinê jî tê meşandin. Loma me xwest em vê ajansê bi rengê jinan ava bikin. Her roj zehmetî derdikevin lê belê dengê jinan hîn zêdetir belav dibe.”
 
Ajansa nûçeyan a jinê NÛJINHA'yê di 6’ê Çileya 2021’ê de dest bi weşanê kir. Ajansa ku di bin banê Weqfa Çandê ya Medyayê ya Jinê hat vekirin ji bo bibe dengê jinên Rojhilata Navîn dest bi weşanê kir û mohra xwe li binê xebatên girîng xist. 
 
Edîtora ajansa Jinê NÛJINHA’yê Malva Mihemed û Nûçegîhana NÛJINHA’yê Sîlva El Îbrahîm têkildarî salvegera damezrandina ajansa NÛJINHA’yê nêrînên xwe anîn ziman. Jinên rojnameger gotin:” Rojnameger bi pênûs, kamera û dengê xwe hene. Jin jî dikarin bi pênûs, kamera û dengê xwe civakê biguherînin.”
 
Dengê jinan hîn zêdetir belav dibe
 
Edîtora ajansa Jinê NÛJINHA’yê Malva Mihemed di destpêkê de bal bir ser armanca avakirina ajansa jinê û wiha got:”Armanca me ya avakirina ajansa jinan a bi navê NÛJINHA’yê bihîstina dengê jinan bû. Me xwest em dengê jinan bide bihîstin. Piştî me ajans ava kir roj bi roj hejmara rojnamegerên jin zêde bûn. Li Rojhilata Navîn şerek tê meşandin, şerekî taybet û şerê ragihandinê jî tê meşandin. Loma me xwest em vê ajansê bi rengê jinan ava bikin. Her roj zehmetî derdikevin lê belê dengê jinan hîn zêdetir belav dibe.” 
 
‘Em dixwazin xwe bigihînin hemû jinên cîhanê’ 
 
Malva Mihemed da zanîn ew dixwazin bi weşana 6 zimanan dengê xwe bigihînin hemû jinên cîhanê û wiha pê de çû:”Ajansa me bi şeş zimanan weşanê dike. Bi zimanekî jinê weşanê dike. Bi rêya van zimanan em dixwazin xwe bigihînin hemû jinên cîhanê. Ji bo jin bi hestên hevdu bihesin û fam bikin weşana bi 6 zimanan girîng e. Em bi rêya van zimanan  çîrokên jinan tînin ziman.” 
 
‘Me xwest çîrokên jinan ragihînin’
 
Malva Mihemed da zanîn wan bal kişandine ser çîrokên jinan û wiha dewam kir:”Gelek çîrokên jinan hene û me xwest em ragihînin. Yek ji van çîrokana çîrokên jinên êzidî bûn. Tevî hemû êşan li berxwe jî dan. Dîsa me bal kişand ser jinên li Efganistanê, Sûdanê, jinên li Îranê bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ li berxwe dan. Jinan bi têkoşîna xwe sînor derbas kirin. Vê têkoşînê bandor li ser cîhanê kir. Gava jinan porê xwe qut kirin vê yekê bandorek li cîhanê kir. Nûçeyên vê berxwedanê jî bandorek çêkir.” 
 
‘Jin berxwedaneke mezin didin’
 
Malva Mihemed da zanîn tevî astengiyan jî jinên rojnameger li berxwe didin û wiha got:”Di karê rojnamegeriyê de astengî pir in. Dema mirov gavekê diavêje bi astengiyan rû bi rû dimînin. Bi taybet jî jin bi astengiyan rû bi rû dimînin. Li Rojhilata Navîn bi taybet zihniyeteke baviksalarî ya li hemberî jinan heye. Loma dema em dixwazin çîrokeke jinan derxin pêş astengî derdikeve pêş me. Em di warê rojnamegeriyê de kedekê didin. Me astek derbas kir. Astengî pir in lê jin berxwedaneke mezin didin. Rojnameger bi pênûs, kamera û dengê xwe hene. Jin jî dikarin bi pênûs, kamera û dengê xwe civakê biguherînin. Me xwe gihandina gelek jinan lê bele divê em hîn zêde xwe bigihînin jinan. Nûçegîhanên me li gelek cihan hene. Gavên dirêj hîn ji me re lazim in. Divê em daxwazên hemû jinan bigihînin civakê. Jin ji ber li her derê hene.”
 
‘Jin li dû heqîqeta xwe dimeşin’
 
Malva Mihemed diyar kir ku ji bo derxistina heqîqetê ya holê çapamenî girîng e û wiha got:”Berê hejmara jinên rojnameger kêm bûn. Lê belê niha ev hejmar zêde bûye. Ji ber ku jin gihaştine astekê. Jin gihaştine wê astê ku dikarin bibêjin ‘em dikarin dengê xwe bilind bikin’. Jin li televizyonan, li ajansan, li rojnameyan dixebitin. Jin heqîqeta xwe êdî nas dikin û loma jî li dû heqîqeta xwe dimeşin. Çapemenî girîng e ku em bi saya wê heqîqeta xwe derxin pêş.”
 
‘Divê jin li dijî zihniyeta desthilatdar be’
 
Malva Mihemed da zanîn ku jin li dijî desthilatdariya mêr jî li berxwe didin û wiha got:”Dewletê desthilatdar beşa ragihandinê her tim ji bo xizmeta xwe û ji bo berjewediyên xwe bi kar anîne. Jinên ku di bin banê van desthilatdariyan dixebitin jî li gor xwestek û xizmeta desthilatdariyê dixebitin. Lê belê em wekî ajansa jinê heqîqet û xweşikbûna xwezayî ya jinan derdixin pêş. Jixwe divê jin li dijî zihniyeta desthilatdar derkevin. Jixwe em di nûçeyên xwe de jî her tim dibêjin bila jin bi xwezayîbûna xwe derkevin pêş. Û em dibêjin jin her tim dikarin tiştekî bikin. Mêr tenê nikarin karê ragihandinê bikin jin jî dikarin bikin. Ne tenê karê ragihandinê jin dikarin her karî bikin. Jin di civakê de esas e. Em di nûçeyên xwe de jî vê yekê nîşan didin.” 
 
‘Desthilatdar bi medyaya dîjîtal şerekî qirêj dimeşîne’
 
Malva Mihemed bal bir ser rola medyaya dîjîtal û wiha got:”Bandora medyaya dîjîtal jî gelekî girîng e. Ji bo em xwe bigihêjin her aliyê civakê bikaranîna wê girîng e. Lê belê desthilatdar ji bo civakê bi bin bixe jî bi rêya medyaya dîjîtal şerekî qirêj jî dimeşîne. Loma karê me di vê serdemê û di serdema pêş de girîng e.”
 
‘Em ê bi hev bibin dengê jinan’
 
Malva Mihemede bi lêv kir ku ew ê her tim bi jinên rojnameger re yek bin û wiha got:”Em silavên xwe ji hemû jinên rojnameger re dişînin. Bi taybet jinên li qadên şer astengiyên mezin dibînin. Em dibêjin em ê bi hev re pêş bikevin û em ê bi hev re bibin dengê jinan. Em tu carî nasekinin em ê berxwedana xwe dewam bikin. Em bi hêvî ne ku dengê me wê hîn bêhtir belav bibe û bibe piştgirî.” 
 
‘Çîrokên jinan gelek caran ji me re dibû tecrube’
 
Nûçegîhana NÛJINHA’yê Sîlva El Îbrahîm bal bir ser çîrokên jinan û wiha got:”Jinên rojnameger bi rastî bi astengiyan rû bi rû dimînin. Me gelek çîrok bi çavên xwe dîtin. Dema em dixwazin vana ragihînin bi taybet em bi astengiyan rû bi rû dimînin. Gelek çîrokên bi êş ên em dibûn şahid me nikaribû dîmenên wan belav bikira. Ji ber ku jinên li herêmê hîn di bin bandora zihniyeta baviksalarî de bûn. Ji ber vê zihniyetê nedihişt jin dengê xwe derxîne. Dewlet nahêle jin bi awayekî azad biaxive. Çîrokên jinan gelek caran ji me re dibû tecrube her wiha dema em diçûn gel wan nîqaş û axaftinên di navbera me de jî ji wan re dibû tecrube. Ji bo rewşa jinan bê dîtin dîmenên çîrokên ku me parve dikirin girîng bû. Ajansa NÛJINHA’yê ji bo balê bibe ser êşa jinan, berxwedan û rastiya jinan bi bandor e.” 
 
‘Em dixwazin xweşikbûna fikrên jinan derkevin holê’
 
Sîlva El Îbrahîm da zanîn ew dixwazin bi nûçeyên xwe azadî û fikrên jinan derxin holê û wiha got:”Ji ber ku medyaya dîjîtal pir tê bikaranîn rola wê girîng e. Li dijî bikaranîna ne baş a medyaya dîjîtal em wekî NÛJINHA’yê dixwazin baş bi kar bînin. Çimkî ji aliyekî jî bi rêya medyaya dîjîtal tê xwestin civak ji cewhera xwe dûr bikeve. Lê belê li dijî vê yekê bi rêya nûçeyên çan, huner, civakî, siyasî her wiha nûçeyên ku serkeftina jinan derdixin pêş em dixwazin bandoreke erênî li ser jin û civakê bikin. Em dixwazin bi vî rengî azadî, xweşikbûna fikrên jinan derkevin holê. Jin bi zanebûna xwe çawa civakê ber bi azadiyê ve dibe em dixwazin vî tiştî derxin pêş. Her wiha em dixwazin bi rêya ajansa xwe gel hişyar bikin.”
 
‘Em pênûs û kameraya wan li erdê nahêlin’
 
Sîlva El Îbrahîm herî dawî wiha got:”Di salvegera 5’emîn a damezrandina NÛJINHA’yê de em ji hemû rojnamegeran re silavên xwe dişînin û dibêjin ku têkoşîna ragihandina li qadên şer bi xwe şoreşek e. Em soz didin rojnamegerên ku di vê riyê de jiyana xwe ji dest dane em ê kameraya wan û pênûsa wan her hildin. Em tu carî li erdê nahêlin. Em ê dîroka jinan binivîsin û ji bo civakê bibin hafizayek.”