Bi sedan kesên ji Wanê hatine li ser sînorê Kobanê ne

  • 11:27 3 Çile 2025
  • Rojane
 
RIHA - Girseya gel a duh bi şev ji Wanê bi rê ket û li dijî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe dan Kobanê, gihiştin Pîrsûsê.
 
Çalakiya nobedê ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ya li ser sînorê Kobanê, li dijî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya 12’emîn de didome. Îro jî kesên ku ji gelek bajarên Kurdistanê ji bo meşa li dijî êrîşan ku wê bi hezaran kes beşdar bibin, ber bi Pirsûsê ve ketin rê, xwe gihandin navçeyê. Girseya gel a duh bi şev ji Wanê bi rê ket, gihişt Taxa Alîgor a Pirsûsê. Girseya gel di saetên serê sibê de, guh neda hewaya sar, li benda dema meşê bû û li ber stranên kurdî govend gerand. Tê payîn ku meş saet di 12:00 de dest pê bike.