Di 3’yê Çileyê de dê li Kobanê bin

  • 11:01 1 Çile 2025
  • Rojane
Derya Ren
 
Jinên ku ji bo meşa di 3'ê Çileyê de li dijî êrîşên li ser  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin li ser sînorê Kobanê nobetê digirin banga "Em li dijî êrîşan bisekinin û bi xurtî beşdarî meşê bibin." kirin. 
 
Çalakiya nobedê ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê  ya li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin di roja xwe ya 10’emîn de didome. Çalakiya nobedê ya bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatiye destpêkirin roj bi roj hejmara wê zêde dibe, wê di 3’yê Çileyê de di çarçoveya heman çalakiyê de heta sînorê Kobanê meş bê lidarxistin.
 
Jinên beşdarî nobedê bûn banga tevlîbûna meşa ku wê Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan beşdar bibin, kirin.
 
'Em li qadan in'
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû diyar kir ku bi rojan e li ser erka xwe ne û got, "Berxwedana jinan a li dijî şerê ku bi salan e li Rojava tê meşandin, ji bo jinên hemû cîhanê bûye mînak. Em hebûna rêya sêyemîn a jiyanê ya li Rojava ku bi hişmendî û vîna jinê hatiye avakirin dibînin. Wezîfeya me ew e ku em weke yek bedenê li ber xwe bidin û piştgiriyê bidin têkoşîna gelê xwe yê li wir canê xwe feda kirine. Em li qadan in, çi ji destê me bê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Komkujî ne tenê li ser gelê Kurd tê kirin. Em bi komkujiyeke mezin a li ser Elewiyên Ereb û Nuseyriyan re rû bi rû ne. Dê ev komkujî tenê bi Sûriyeyê re sînordar nemîne. Komkujiyên li wir berdewam dikin wê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bibin. Em ê li dijî hewldanên talankirina Rojhilata Navîn ên hêzên emperyalîst û kapîtalîst berxwedana topyekun bidomînin."
 
‘Banga meşê dikin
 
Sema Aişeoglû diyar kir ku divê her kes beşdarî meşa 3'ê Çileyê ku dê bê lidarxistin bibe û wiha dewam kir: “Ez di serî de bang lı gelê Ereb û Kurd dikim ku beşdarî meşê bibin. Em bêjin dev ji rijandina xwîna li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li Sûriyê berdin. Werin em bi giştî dengê xwe bilind bikin. Sala 2024’an bû sala êş û windahiyên mezin. Bi ser de jî, salek bi destkeftiyên mezin bû. Şaredariyên ku me di hilbijartinên herêmî de bi dest xistin, qeyûm  tayînî wan kirin. Di vê dema ku em derbasî sala 2025'an dibin, ez hêvî dikim ku ev sal bibe salek ku tê de aştî, bextewarî û demokrasî li seranserê welêt pêek bê."
 
 'Em li dijî êrîşan bisekinin'
 
Parlamentera DEM'ê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan da zanîn ku gel bi rojan e nobedê didomîne û got, “Em dibînin ku roj bi roj tevlîbûna nobedê zêde dibe. Li Rojava li dijî Rêveberiya Xweser a ku bi salan bi kedeke mezin hatiye avakirin, êrîş tê kirin. Pirsûs Rojava ye. Helbet  kesên li vir dixwazin dawî li êrîşşaş bê anîn. Di 3'ê Çile de bi ruhê Kobanê yê sala 2014'an wê meşek bê lidarxistin. Ev banga me ji hemû gelê me re ye, em pergala ku gelê Kurd bi kedeke mezin ava kiriye biparêzin û li dijî êrîşan bisekinin.”
 
'Em li Rojava ne'
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Fatma Aktaş, axa ku li gel şert û mercên hewayê li ser sînorê Kobanê ne û ev tişt got, “Min ciwanên xwe şandin Kobanê. Li Kobanê bixwin. Em ê her tim li cem gelê xwe yê Rojava bin û bidin bidin. Heta ku êrîş rawestin em ê li vir bin. Em ê di 3'ê Çile de mekke mezin pêk bînin. Ji kal heta ciwan divê her kes beşdar bibe. "
 
Banga hembêzkirina şoreşa Rojava
 
Aktîvîsta TJA’yê Edle Fîdan têkildarî girîngiya nobedê agahî da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em piştgiriyê bidin şoreşa jinê ya li Rojava. Di pêşengiya jinan de destkeftî hene. Xwedîderketin û berfirehkirina van destkeftiyan pêwîst e. Encam çi dibe bila bibe, divê jin dev ji vê statuya ku bi dest xistine bernedin. Meşa ku em ê li dar bixin ji bo aştiyeke bi rûmet û rêberê azad e. Girseya me roj bi roj mezin dibe û em ê di 3'ê Çile de bi vê girseyê heta sînor bimeşin."
 
'Bedêlek mezin hat dayîn'
 
Endama Meclîsa Şaredariya Pirsûsê Felek Kaplan diyar kir ku ji bo şer bi dawî bibe nobedê digirin û got, “Pêwîste hemû gelê me beşdarî vê meşê bibe. Em ê weke gel her tim Rojava biparêzin. Rojava rûmeta me ye, li wir bedelên mezin hatin dayîn. Meşa me çiqasî mezin bibe, dê ewqasî peyama me xurtir be. Em ê bi hev re bi ser bikevin.
 
'Çareserî aştî ye'
 
Hevseroka ÇUKAY-DER'a Mêrsînê Guler Koştî, diyar kir ku ew ji Mêrsînê hatine ji bo piştgiriyê bidin çalakiya nobedê û got divê her kes tevlî meşê bibe. Guler Koşti wiha berdewam kir, “Divê Tirkiye dev ji têkiliya bi çeteyan re berde. Dilê me şewitî, nehêlin yên din dile wan bişewite. Ez hêvî dikim ku çareserî pêk were û hemû girtiyên me azad bibin. Çareserî aştî û wekhevî ye. "Ez ji me hemûyan re serkeftinê dixwazim.”
 
'Em hemû gelê xwe vedixwînin meşê'
 
Hevseroka DBP’ê ya Navçeya Pirsûsê Naîde Baran diyar kir ku divê her kes beşdarî meşê bibe û got, “Ji hemû hevalên me yên nobedê re serketinê dixwazim. Ji bo li Rojava xwîn nerije dê meşek bi vî rengî bê lidarxistin. Em li bendê ne ku hemû gelê me bi taybet Pirsûs tevlî meşê bibe."