Heyeta çû Îmraliyê wê sibê daxuyaniyê bide

  • 21:18 28 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta ku çû Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir wê sibê daxuyaniyê bide.
 
Hat diyarkirin ku heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya çû Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir wê sibê daxuyaniyê bide. 
 
DEM Partiyê ku ragîhandibû parlameter Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder ji Îmraliyê vegeriyane û gotibû wê daxuyanî bê dayîn. DEM Partiyê ragîhand ku daxuyaniya mijara gotinê wê sibê bê dayîn.