Ji Talîbanê li dijî jinan qedexeyek nû
- 14:04 29 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Talîbanê biryarnameyek nû derxist û daxwaz kir ku di saziyên sivîl de karmendên jin neyên xebitandin.
Talîbana ku di 15’ê Tebaxa 2021’ê de rêveberiya Afganîstanê desteser kir, qedexeyeke din derbarê jinan de ragihand.
Talîbanê bi biryarnameyeke nû îstihdamkirina xebatkarên jin di saziyên sivîl de qedexe kir. Di biryarnameyê de hat ragihandin ku ger biryar neyê girtin wê rêxistin bên qedexekirin û destûra xebatê jî bê betalkirin.