Ji bo nobeda li ser sînorê Kobanê tevlibûna girseyî

  • 14:05 29 Kanûn 2024
  • Rojane
RIHA - Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya 7’an de didome. 
 
Çalakiya nobedê ya li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li ser sînorê Kobanê, li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 7’an de didome. Çalakiya nobedê ya bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Wêjekarên Kurdî hate destpêkirin, PENa Kurd, Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEWKURD), Komeleya Lêkolînên Dîrok û Wêjeya Çanda Devkî. Parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Ferît Şenyaşar, Dîlan Kunt Ayan, şaredarên DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partî û DBP'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Rihayê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Riha û Amedê û gelek kes tevlî bûn.  
 
Her ku saet derbas dibe hejmara beşdarên nobetê zêde dibe, li qada ku nobed lê tê girtin, bi qîrîna dirûşman bendewarî dewam dike. 
 
Li aliyê din hevdîtina duh a Îmraliyê ya Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder bi tilîlî û dirûşmeyan bi stranan hate pêşwazîkirin. 
 
Tê payîn ku di saetên pêş de daxuyaniyek bê dayîn.