Komîsyona ÎKK'ê ya Jinan: Em Rojava silav dikin

  • 13:08 21 Kanûn 2024
  • Rojane
 
AMED - Komîsyona Jinan a ÎKK'ê ya Amedê beriya panela ku li dar bixwe, daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zîhniyeta serdest a mêr bi berxwedaneke mezin ji hev qut bûye û wiha hat gotin, “Rastî gavek dûr e. Jin ji sala 2012’an ve jiyana azad, ekolojîk û demokratîk  dihûnin; em Rojava ya ku bi pergala ava kir hemû  ol û nasnameyên cuda anîn gel hev û ji bo gelan bû hêviyek silav dikin."
 
Koordînasyona Jinan a Bajarê Amedê (ÎKK) li Odeya Endezyarên Kadastro panelek bi sernavê "Di Jiyana Bajar de Perspektîfa Jinê" li dar doxe. Beriya panelê daxuyaniyek hat dayîn û daxuyanî ji aliyê  Hevberdevka ÎKK'ê ya Amedê Bêrîvan Yaşar ve hat xwendin. Her wiha li salona ku panel lê hat lidarxistin pankarta “Di Jiyana Bajêr de Perspektîfa Jinê: Polîtîkayên têkoşîna bi karastê re” hate daliqandin. 
 
'Her cureyên tundiyê guncav tê dîtin'
 
Berîvan Yaşar, diyar kir ku weke mîmar, endezyar û plansazên jin ên ku pêkhateyên TMMOB'ê ne, ji yekîneya herî biçûk heta li cîhanê her cure krîz, nakokî û newekhevî li malê, li bajar, li welat û li cîhanê tên jiyîn û ev  herî zêde bandorê li jinan dike. Berîvan Yaşar, da zanîn ku di pergala heyî de jin di karên pereyê wan kêm de dixebitin û wiha got: “Di heman demê de neçar dimînin ku keda malê bê heqdest bikin. Lê belê zextên ku newekheviya zayendî pêk tîne jî bedela wê jin didin."
 
Berîvan Yaşar, anî ziman ku cîhanek nû bi têkoşîn û berxwedana birêxistinkirî ya jinên hay ji hêza xwe ya afirîner heye pêkan e û wiha dewam kir: “Pergala serdest a mêr  b bi êrîşên li ser jinan û destkeftiyên jinan hewl dide pêşî li mezinbûna hêviya cîhanek azad, adil û wekhev bigire.Ji ber ku diyar e heta jin azad nebe civak azad nabe. Azadiya jinê, parastina cewherî û avakirina civaka demokratîk ji hev nayên cudakirin. Ji ber vê yekê jiyana azad, ekolojîk û demokratîk a jinê nexşeya rê ya avakirina cîhaneke nû ye. Ev rê bi hevgirtin, têkoşîn û hişmendiyeke kolektîf pêkan e. 
 
Xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatin qetilkirin nayên jibîrkirin
 
Weke jinên mîmar, endezyar û plansazên bajaran em hewl didin bi vê hişmendiyê erka xwe ya pîşeyî û teknîkî pêk bînin û ji bo berfirehkirina hevgirtin û têkoşînê erka xwe ya di vî warî de dibînin. Em weke Komîsyona Jinan a ÎKK’ê jî qetilkirina 2 kedkarên çapemeniya azad şermezar dikin.”
 
Panel dê piştî niqaşan saet di 14.00 de bi dawî bibe.