Ji bo anîna cenazeyên rojnamegeran serlêdan

  • 11:45 21 Kanûn 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Malbatên rojnameger Nazîm Daşdan û Cîhan Bîlgîn ên hatin qetilkirin ji bo cenazeyên zarokên wan bidin wan serî li ÎHD û OHD'ê dan. 
 
Malbatên Rojnameger Nazîm Daşdan û Cîhan Bîlgîn ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrîşa balafirên bêmirov ên Tirk de hatin qetilkirin, ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin û bibin bajarê xwe serlêdan kirin. 
 
Malbatên Nazîm Daşdan û Cîhan Bîlgîn ên serî li Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) dan, xwestin cenazeyên zarokên wan bên anîn û bidin wan. 
 
Di çarçoveya serlêdanê de piştî ku ÎHD û OHD bi dozgerên pêwendîdar re hevdîtin pêk bînin dê biryar bê dayîn ka dê cenaze bên anîn an na.