2024: Dengê berxwedanê parzemîn derbas kirin (3)
- 09:04 22 Kanûn 2024
- Rojane
'Helwestek wekhev a şoreşa jinê pêwîst e'
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvana mafên mirovan a Îranê Zehra Mohammed Zadeh, bal kişand ser geşedanên sala 2024'an a Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û got: "Pêşxistina civakeke siyasî û exlaqî ji bo helwest û têkoşîneke wekhev a şoreşa jinê, pêwîst e. Ji bo vê jî beriya her tiştî şoreşa zîhniyetê û veguherîna civakî divê."
Sala 2024’an weke saleke ku li Îranê tundî, darvekirin û zilma dewletê ya li ser jinan kûr bûye, kete dîrokê. Îran bi taybet bi şoreşa “Jin Jiyan Azadî” bi awayekî sîstematîk hedefgirtina jinan didomîne. Şîdeta dewletê ya li hemberî jinê ne tenê di asta fizîkî de, di asta psîkolojîk, bîrdozî û civakî de jî xwe dide der. Di vê serdemê de girtin, îşkence û cezayê îdamê ya li ser aktîvîstên jin, girtiyên siyasî û jinên di qada civakî de aktîf bûne her ku diçe zêdetir dibe.
Parêzvana mafên mirovan Zehra Mohammed Zadeh derbarê berxwedana salekê ya jinên Rojhilat û Îranê nivîsand.
"Li Îranê polîtîka tundî û darvekirinê li dijî jinê wek alava tundiyê hat bikaranîn. Di tu dema Îranê de wek dema komara îslamî de ev polîtîka zor, tundî û darvekirinê nehtaibû bikaranîn. Hemû qadajiyana jinê xistine dest û wek zextê bikar tînin. Di du salên dawî de polîtîka darvekirin û girtinê jî nav de, jin hedef hatine girtin. Bi şoreşa ‘jin jiyan azadî’ zext her çûn zêde bûn.
Bêguman tundî, zext, girtin û qetilkirinên jinan nava salê de zêde bûn. Ev zextên li ser jinan ji polîtîkayên dewletê serbixwe nînin. Tundiya mêr-dewletê bandor li her alî civakê kiriye.
Jin di her qada civakê de bûye hedefa polîtîka tundiya dewletê. Di nav salê de biryarên darvekirin, zext û îşkencey ali girtîgehan, qetilkirina jinan û zêdebûna întîxaran zêde bûn.
Mînak li ser girtiyên siyasî polîtîkayên çewisandinê her tim di dewrê de ye. Li dijî girtiyên siyasî û girtiyên jin ev polîtîka pêk tên. Li dijî jinên ku li hember rejîmê serî natewînin, darvekirinê dikin dewrê. Ev jî nîşan dide ku rejîm ji hêz û dengê jinê çiqas ditirse.
Di 2023’yan de gelek jin hatin darvekirin. Di sala 2023’yan de heta meha mijarê bi giştî 33 jin hatin darvekirin. Bêguman ev ne daneyên rast bûn. Xwegîhandina daneyên rast zehmet bûn. Îranê sînorkirin da ser xwegîhandina agahiyan. Ji ber nezelaliya agahiyan rapor nehatin bidestxistin. Lê li gorî daneyan li 16 girtîgehên cuda jin hatine darvekirin.
Li Îranê jin bi pirsgirêk û rîskên cidî re rû bi rû ne. Em ji dosya Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî dibînin, rejîm ji bo ceza bide sûcdariyên siyasî bikar tîne. Cezayên darvekirinê tenê wek cezayê mirinê nehatiye diyarkirin, li hember girtiyên siyasî hatiye diyarkirin û bikar tînin. Ji bo bi mirovan serî bidin tewandin ceza dikin. Kes bi sûcdariya dijberbûna rejîmê tên darizandin û hedef tên girtin. Bêguman gelek kes bêyî xwe bigihînin parêzeran bi van cezayan re tên rû hev.
Aktîvîstên jin û jinên faliyetên siyasî dimeşînin her tim di bin van rîskan de ne. Ji ber ev ji bo komara îslamî tehdîdin.Bêguman rayedarên dewletê her tim tirsa xwe ya li hember hêz û xebatên jinan aniye ziman. Bêguman li dijî vê têkoşîn hebe an jî li ser piyan mayîn ne pêkane. Rejîm ji bo çavsoriya xwe bidomîne her rê û rêbazê ji xwe re rewa dibîne, qirkirina jinê jî nav de.
Rêveberiyên otorîter, faşîst û olperest ew jinan didin hember xew. Mînak jinan her tim li gorî nirxên civakî (pergalê) bi teşe dike. Ya duyemîn nêrîna yên li gorî van rêbazan tevnegerin wê bên cezakirin, diafirînin, li civakê empoze dike û di gava din de jî didarizîne û ceza dike. Bi vî awayî kevirkirin (sengsar), darvekirin û Qesas rewa dibin. Lê rastiyeke heye ku êdî hikûmet dibîne, jin li dijî van serî natewînin û berovajî vê têkoşîna xwe bilind dikin. Êdî dîwarên tirsê tên hilweşandin û ev bi jin jiyan azadî bilindtir bûye.
Daraz û çapemeniya Îranê agahiyên rast bi rayagiştî re parve nake. Li gorî raporên rêxitsinên mafê mirovan û aktîvîstan îsal darvekirin di du salên dawî de ji sedî 80 zêde bûye. Di 2022’yan de 16 jin hatine darvekirin. Di 2023’yan de 22 jin hatin qetilkirin. Îsal jî ji 800’î zêdetir kes hatine darvekirin li gorî daneyên ne fermî 21 jî jin in.
Rejîm zindanan wek alava zextê bikar tîne. Lê jin berxwedana xwe bi awayekî xurt dimeşînin. Salên dawî de li zindanan berxwedana jinan veguheriye qada têkoşînê.
Li girtîgeh û navendên binçavkirinê yên Sîne, Urmiye û Kirmanşanê hejmara girtiyên jin nayên nayên zanîn. Gelek girtiyan nakin bin qeydan an jî binçavan de tên windakirin…
Bêguman civak li dijî vê bêdeng namîne, berteka xwe nîşan dide. Çawa ku malbatên zarokên xwe di şoreşa Jin Jiyan Azadî de winda kirin û li ser gorên zarokên xwe daxwaz û edeletê diqîrin, ew jî qêriyan. Çawa ku malbatên girtiyên siyasî li qadan bertekên xwe anîn ziman û çalakî pêk anîn wan jî kir. Lingê herî xurt yê vê berxwedana girtîgehê girtiyên siyasî yên Kurd Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî û bi pêşengiya wan didome. Zeynep Celaliyan 17 sale girtiye û ji jinên Îranê re dibe îlham. Serwîsa îstîxbarata Îranê îsal bi Zeynebê re hevdîtin kiriye, ji bo şûnde gav bavêje tehdîd kirine. Lê tevî her tiştî wê peyama têkoşînê daye.
Yek ji mijara din ya girîng a 2024’an girtina du jinên Kurd bû û berxwedana wan ya li girtîgehê bû. Werîşe Muradî di tebaxa 2023’yan de hat girtin û li girtîgeha Evînê û Navenda Binçavkirina Sîneyê îşkence dît. Lê tevî hemû zext û îşkenceyan bi nameyên şand peyama xwedîderketina li nirxên xwe da. Endama KJAR’ê Werîşe Muradî got ew ji ber parçeyek vê têkoşînê ye serbilinde.
Yek ji jinan din ya berxwerdêr Pexşan Ezîzî bû. Di 4’ê tebaxa 2023’yan de hat binçavkirin û îşkenceyên giran dît. Ji mafê hiqûqî bêpar hat hiştin.Wek Werîşe Muradî, dadgeha şoreşê ya Tehranê cezayê darvekirinê lê birî.
Pexşanê Ezîzî da zanîn ku ‘jin jiyan azadî ne mirin, felsefeya jiyanê ye’ peyama bilindkirina têkoşînê da.
Berxwedana jinên Îranê îsal mohra xwe li dîrokê da û têkoşîna wan bû hedef. Bi berxwedana jinan re girtin, binçavkirin zêde bûn. Her jina li dijî pergalê serî hilda hat girtin û binçavkirin. Xwendekarên jin bûn hedef. Zanîngeh ji aliyê hêzên mola Besîc ve hatin darkirin.Piranî binçavkirin bi girtinê encam bûn.
Tundiya li ser jinan di nava salê de bi awayekî cidî zêde bû. Tundiya gotinî yek ji cureyê herî zêde ya li hember jinan pêk hatibû. Li her qada jiyanê di malbatê de, li kargeriyê tundî li jinan hat kirin. Dema tundî tê gotin piranî kev wek tundiya fizîkî dibîne. Lê tundiya gotinî bi awayekî cidî bandor li ser jiyana jinan dike. Ji sê jinan yek rojane bi vê tundiyê re tê rû hev. Rejîm bi planên cuda yên pêş dixîne destdirêjî, zext û îşkenceya li jinan zêde kir. Rejîmê ku ev ji xwe re kiriye kar û bar, hewl dide civakê jî tevli vê bike.
Ji ber newekheviya zayendê jî tundiya li ser jinan zêde bûye. Tundî wek alavek îdeolojîk a fermî ya rejîmê li hember jinan pêk tê.Gotinên dijberê jinê bi awayekî rojane bi argumanên îdeolojîk, empozeyê civakê tê kirin.
Di 6 mehên ewil yên salê de 78 jin ji aliyê bav, bira û hevjîn ve hatin qetilkirin. Bêguman ev ne daneyên fermîne. Ev daneyên saziyên serbixwe ne. Em bi agahiyên bidest dixin fêr dibin ku hejmar hîn bêtir zêde ye. Mînak li gorî daneyên saziyên mafê mirovan nava salê de ji 220 jinî zêdetir jin ji aliyê malbatê ve hatine qetilkirin.
Rojhilatê Kurdistan û Îran, bi taybet bi şoreşa jinê re roj bi roj hewldan xwe ji fikr û nêrînên baviksalar û zincîrên wan xilas bikin. Bi taybet ciwan û civakê ji wêrekiya jinan îlham girtin, dibin xwedî hişmendî û polîtîk dibin. Lê di roja îro de dema em rastiyê li ber çavan digirin, ev têr nake. Ji bo vê pêşketina civakek polîtîk û ahlaqî ferz û şert e.