‘Dewleta ku hawira jiyanê ava nake sûc dike’

  • 09:04 14 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
Rabîa Onver
 
WAN-Nûnera ÎHD’a Bedlîsê parêzer Berfîn Ozan der barê rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Serhedê de axivî û wiha got: “Îzolasyon bênasnamebûnê hedef dike. Dewleta ku hawireke li gorî rumeta mirovahiyê ava nake, ji îşkenceyê heta sûcên qestê êrîşî jiyana mirovan dike.”
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdulla Ocalan her diçe didome. Bêguman tecrîdê bandorek li ser girtiyên nexweş jî kiriye. di rojên borî de şaxê komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yê Wan, Bedlîs û Tetwanê çûn serdana girtîgehên Tîpa T, F û Elwehiya Bilind ya Wanê, Tîpa L ya Panosê, Tîpa T ya Xelatê, Tîpa S ya Îdirê,  Girtîghên Ewlehiya Bilind a Hejmar Yek û 2 a Dumlu ya Erziromê û û Tîpa H ya Erziromê û rapora binpêkirinan ya amadekirin aşkera kirin.
 
Der barê raporê de nûnera ÎHD’a Beslîsê Berfîn Ozan axivî.
 
Berfînê got bi armanca tespîtkirina şer û mercên tecrîdê yên li girtîgehan bi rêk û pêk serdana girtîgehan dikin saziyên têkildar hişyar dikin. Berfînê wiha got: “Hejmara tabutên ji girtîgehan dertên zêde dibin. Girtiyên nexweş bi raporên dikarin girtî biminin terkî mirinê tên kirin û ev bi mirinê encam dibe. Ji ber şert û mercên nebaş yên girtîgehan mirov ji tenduristiya xwe dibin û nayên dermankirin.”
 
‘Mafê mirovan tê binpêkirin’
 
Berfînê da zanîn ku li girtîghên Tîpa F û T  girtî ji mafên xwe bêpar dimînin û got: “Xwedîbûnek baş tê binpêkirin. Girityên nexweş yên xwarinên wan cuda hene.  Lê qelsiyên cidî hene. Girtiyên ji xala 16’an a Qanûna Têkoşîna bi Terorê re girtî mafê wan yên ragîhandinê, têkiliyê tê astengkirin. Li girtîgeha îzolasyon tê hedef kirin. Îzolasyon jî bênasnamebûnê hedef dike. îzalsyon encamên wekê bênasnamebûnê, psîkolojiya giran datîne holê. Ev bi daneyên zanistî jî hatiye tespîkirin. Li girtiyan bi biryarên lijneya îdarî û şopandinê cezayên dîsîplînê tên birîn.”
‘Girtiyên nexweş nayên berdan’
 
Berfînê balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û got ji bo  girtiyên dikevin grevên birçîbûnê jî îaşeya têr nayê dayîn. Berfînê wiha bi lêv kir: “Di qanûna înfazê de grevên birçîbûnê wek sûcê dîsîplînê tê dîtin û ji ber vê jî girtî ji hukmên kontrolê fêdeyê nagirin. Li girtiyên ku bertek nîşanê biryarên lijneyê didin cezayên dîsîplînê tên birîn. Girtiyên nexweş yên bi biryarên lijneyê nayên berdan hene. Dewlet ji îşkenceyê heta sûcên ku qestê canê mirovan dike, sûc dike.”
 
Hinek binpêkirinên mafan yên di rapora ku ÎHD’ê amade kiriye cih digirin wiha ne:
 
*Li girtîgeha Tîpa S ya Îdirê girtiyekî li dijî binpêkirina mafan û tecrîdê di 1’ê tebaxê de dest bi greva birçîbûnê kir û piştî hevdîtinê meha îlonê de çalakiya xwe bidawî kir. Li gorî agahiya ku girtî daye ÎHD’ê lêgerîn bi awayekî rumeta mirovan bişkê tên kirin û di hevdîtina bi îdareyê re li ser piyan axaftin tê ferzkirin, gardiyan girtiyan li gorî tîpên sûc veqedîtine, îdare daxwazan qebûl nakin, daxwazname bê bersiv tên hiştin û di rewşên lezgîn de jî girtiyan nabin revîrê.
 
* Li heman girtîgehê bi girtiyeke din ê di nava lîsteya girtiyên nexweşiya wan giran de cih digire re hevdîtin hate kirin. Hat ragihandin ku aliyê çepê yê mejiyê girtiyê behsa xeberê ji sedî 90 bêfonksiyon bûye, di her du piyên wî de pirsgirêk heye û romatîzma heye, nexweşiya wî ya prostatê heye, nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne, bi tena serê xwe nikare sexbêra xwe bike, bi alîkariya girtiyên din xwe sexbêra xwe dike û ji bo rapora şandeyê sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin lê hêj rapor nehatiye dayin.
 
* Li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê jî bi girtiyekî re hevdîtin hate kirin. Girtiyî, da zanîn ku li odeyeke ji 3 kesan pêk tê tên ragirtin, qawîş ji bo wan teng tê, lêgerîna tazî tê ferzkirin û ji ber ku vê sepanê qebûl nakin wan naşînin nexweşxaneyê. Girtiyî got ku ji pişta xwe ve birîndar e, nayê tedawîkirin û sewqên wan ên nexweşxaneyê jî 6-7 meh piştre tên kirin.
 
* wergirtina pirtûkan hatiye sînorkirin û di nava 2 mehan de herî zêde dikarin 15 pirtûkan bistînin, girtina rojname, kovar û hwd. hatine bisînorkirin, tehliyeya girtiyên înfaza xwe temam kirine ji hêla lijneya rêveberî û çavdêriyê ve tên taloqkirin.
 
* ÎHD’ê li Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê jî bi girtiyan re hevdîtin kir. Girtiyê ku hevdîtin pê re hatiye kirin diyar kir ku di qawîşa wan de 19 girtî dimînin, ji ber ku perdeya guhê wî teqiyaye û divê sewqî Wanê were kirin lê nayê sewqkirin. Girtiyî got ku pirsgirêka wan a ava vexwarinê hêj didome, ji muslixê ava paqij a ku bikare were vexwarin nayê, xwarinên wan hîjyenîk nînin û kêm tên dayin. 
 
* Girtiyê nifûsa wî li ser ya Îranê ji bo hevdîtina li ser telefonê ya 10 deqeyan neçar maye ku 340 TL’an bide û ji ber ku hêza wî bi têr nake ewqas pereyan bide, nikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin.
 
* Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê jî bi girtiyan re hevdîtin hate kirin. Girtiyê hevdîtin pê re hatiye kirin anî ziman ku nexweşê tansiyona bilind e, sewqên wan ên ji bo revîr û nexweşxaneyê dereng tên kirin, dermanên wan di dema xwe de nayên dayin. Girtiyeke din jî diyar kir ku ji ber sekn û nêzikatiya rêveberiya girtîgehê, rewşa girtiyên nexweş girantir bûye.