‘Polîtîkayên bêcezahiştinê û şerê taybet girêdayê hev in’

  • 09:03 14 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
Memîhan Zeydan-Neslîhan Kardaş
 
WAN - Endama Komeleya Jinan a STAR Meryema Aslan der barê qetilkirinên jinan û jinên windadibin de nirxandin kir û got: “Nêzîkatiya dewletê di întîharên jinan de bi bandor e. Polîtîkayên bêcezahiştinê û yên şerê taybet girêdayê hev dimeşin. Êdî divê gumanbar ceza bigirin. Welatek berpirs e welatiyên xwe biparêze.”
 
Li Tirkiye û Kurdistanê qetilkirinên jinan her diçin zêde dibin. Di 2020’an de xwendekar Gulîstan Doku winda bû û hîna aqûbeta wê nayê zanîn. Di 27’ê îlonê de jî li Wanê Rojîn Kabaîş winda bû û agahî hîna jê nehatiye girtin. 
 
Endama Komeleya Jinan a STAR Meryema Aslan der barê qetilkirin û windabûnên jinan de axivî.
 
‘Mafê jinên Kurd du caran tê binpêkirin’
 
Meryemayê da zanîn ku Wan xwedî taybetiyeke kozmopolîtîk e û piranî Kurd lê dijîn. Meryemayê wiha vegot: “Em jinê Kurd du car bi newekheviyê re tên rû hev û mafê me tê binpêkirin. Herêm xwedî taybetiyeke baviksalar e. Qetilkirinên jinan yên tên kirin me ji kurahî bandor dike. Her roj em agahiyeke nû ya qetilkirinên jinan digirin."
 
‘Divê hîn berfireh bê mêzekirin’
 
Meryemayê balkişand ser windabûna Rojînê û wiha anî ziman: “Rojîn xwendekara zanîgeha Yuzuncu Yilê bû. Piştî ji yurdê derdikeve agahî jê nayê girtin. Lêkolîn tên kirin lê qelsin. Tiştekî şênber li holê tune ye. Di bin navê întîharan de divê xebat neyên tengkirin.  Cihê lê winda bûye gundê Bardakçiy e. Xebatek baş bê kirin wê gelek tişt derkevin holê. Tedbîrên ewlehiyê li kampusê kêmin. Bavê wê got ‘yurdê rojek şûnde agahî daye min.’ Dereng agahî dayîn ser bûyerê jî digire. Agahiya windabûna Sumeyeya 15 salî jî hema piştî Rojînê derket holê. Her tişt girêdayê hev e.”
 
‘Bila her kes hestiyar be’
 
Meryemayê daxuyakirin ku di demek nêz de li Wanê du jinên ciwan întîhar kirine û got: “Dibêjin întîhare lê mirinên biguman in. Ji ber polîtîkayên şerê taybet ev zêde dibin. Li bajarê Kurdan bi taybt li Wanê ev zêde tê dîtin. Em banga hesityariyê li hemû kesî dikin. Her hefte herî kêm 4 întîxarên jinan, windabûn û revandina jinan heye. Divê her kes vê li ser çapemeniya civakî parve bike. Divê dewlet demildest dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê bîne.  Li Wanê pergala eşîrtî û baviksalar serdest e. Mixabin rêxistinên jinan ji ber vê yekê nikarin zêde bikevin qadan. Dema rewş wisa dibe jî qad teng dibin û xebat bi sînor dimînin.”
 
‘Nêzîkatiya dewletê jinan ber bi întîharê ve dibe’
 
Meryemayê di dawiya axaftina xwe de got di encama polîtîkayên dewletê de întîharên jinan zêde bûne û got: “Daxwaza me ev e ku dawî li van polîtîkayan bê.  Divê gumanbar êdî cezayên pêwist bigirin. Polîtîka bêcezahiştinê girêdayê polîtîka şer e. Divê gumanbar êdî cezayê heq dikin bigirin.”