Li dijî Komploya Navneteweyî li Mexmûrê meş

  • 13:54 9 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şeniyên Wargeha Mexmûrê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daketin qadan û banga bilindkirina têkoşîna misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin.
 
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi armanca şermezarkirina 26’emîn Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 9’ê Cotmeha 1998’an, daketin qadan û komplo şermezarkirin. Di meşê de pankartên bi nivîsa ‘Têkbirina Komploya 9’ê Cotmehê Mîsogerkirina Azadiya Fîzîkî Ya Rêber Apo Ye’ û ‘Têkoşîna li dijî komploya 9’ê Cotmehê têkoşîna herî watedar a dîrokê ye’ hatin hildan. Her wiha dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Kesek nikare roja me tarî bike” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin.
 
Meşa girseyî bi beşdariya gel û xwendekarên Mexmûrê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir û heta navenda Çand û Hunerê dom kir. Beriya ku daxuyanî bê dayîn ji bo pakrewanên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê dîwana meclîsa gel Elî Bilehî daxuyanî da.
 
Di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hat şermezar kirin û wiha hat gotin: "Em komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo şermezar dikin. Beriya 26 salan tevahî hêzên global xwestin di kesayeta Rêber Apo de gelê Kurd û Tevgera Azadiyê tune bikin. Hêzên desthilatdar xwestin li Rojhilata Navîn dizaynek nû bidin avakirin. Lê Rêber Apo li dijî van planan têkoşîna azadiya Kurd avakir. Lewma komploya navneteweyî dan destpêkirin. Ji bo vala derxistina komployê gel û ciwanên Kurd bi dirûşmeya "Hûn nikarin roja me tarî bikin” dest bi çalakiyan kirin û komploya 9’ê Cotmehê negihişt armanca xwe. Rêber Apo li dijî komploger û dagirkeran soza tolhildanê da.  Berxwedana Rêber Apo û gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li dijî komployê didome.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de li dijî hêzên komploger banga bilindkirina têkoşîn û berxwedanê hat ser ziman û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Li dijî tevahî êrişan yekane armanca me azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Pêwiste em wek Gelê Kurd ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin. Emê bi têkoşîna xwe Rêbertî azad bikin. Divê em li dijî dagirkerî û êrîşan jî xwedî helwest bin. Em slav û hêzkirinê xwe ji vir heta Greva Îmraliyê dişînin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike", "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî serok Apo" dawî bû.