Waliyê Wanê piştî 13 rojan ji bo Rojînê daxuyanî da

  • 16:13 9 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
WAN - Waliyê Wanê Ozan Balci yê 13 roj piştî windabûna Rojîn Kabaîşê daxuyanî da, diyar kir ku lêgerîn li pêravê Gola Wanê hatine zêdekirin. 
 
13 roj bi ser windabûna xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş a 21 salî re derbas bûn. Waliyê Wanê Ozan Balci têkildarî windabûna Rojînê daxuyanî da.  
 
Ozan yê xebatên li Gola Wanê berdewam dikin lêkolîn kir, li vir bersiva pirsên rojnamevanan da. Ozan, wiha got: “Rojîn di 25’ê îlonê de dikeve wargehê. Piştî hatina wê 3 rojan li peravê golê telefona wê û berguhkê wê tê dîtin. Ji wê rojê ve bi midûriyeta me ya polîsan, cenderme, ewlehiya peravê û zanîngehê re hemû delîlan dinirxînin û hewl didin keçika xwe bibînin. Em tenê li peravê lêgerînê nakin. Li nava kampusê, gundên derdorê…”
 
Ozan, bi lêv kir ku li peravê Gola Wanê yê ku Rojîn herî dawî le hatiye dîtin lêgerîn hatine zêdekirin û ev tişt gotin: “Ji ber îhtîmala di golê de winda bûye, botên me bi awayekî zêde dixebitin. Ji bo ku lêgerînên kurtir bike me ji Çanakkaleyê cihazê Sonarê anî. Ne pêkane ku mirov tiştekî teqez bêje. Noqavên me dixebitin. Hemû kamerayên li bajêr tên lêkolînkirin. Hêvî dikin ku demekî nêzîk de em ê keça xwe bibînin.”