Eleqeyek zêde ya ji bo JINKART’ê

  • 16:54 9 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN - Serlêdanên pêşî yên projeya JINKART’ê ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo jinên temenê wan di navbera 18-64’an de daye destpêkirin, ji hêla jinan ve bi eleqeyek zêde hat pêşwazîkirin. Projeya ku dê jinên xwedî pêdivî jê sûdê wergirin ew ê ji bo wesayîtên komguhêz ên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê derbasdar be. Heta niha bi giştî 3475 kesan serî lê daye. 
 
Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, di 15.08.2024’an de biryara 194’an a derbarê sûdwergirtina bêpere ya ji wesayîtên komguhêz ên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ji bo jinên xwedî pêdivî, qebûl kiribû. Piştî vê biryarê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê xebatên xwe yên di vî warî de temam kir û di 4’ê Cotmehê de serlêdan dabû destpêkirin. Piştî ku serlêdan dest pê kirin jin, ji bo ku bêpere ji wesatîyên komguhêz ên Şaredariya Bajarê Mezin sûdê wergirin eleqeyek zêde nîşanî navendên serlêdanan dan. Serlêdanên Pêşî ew ê heta 18’ê Cotmehê bidomin. 
 
Hûn dikarin li van navendan serlêdana xwe çêbikin:
 
Navenda Piştgiriya Malbatê û Jinan a Artûklûyê
MARMEKA TOKIYA Nû
Şaredariya Qoserê
Navenda Piştgiriya Malbatê û Jinan a Midyadê
Navenda Piştgiriya Malbatê û Jinan a Nisêbînê
Navenda Piştgiriya Malbatê û Jinan a Dêrikê
Navenda Piştgiriya Malbatê û Jinan a Mahsertê
Navenda Piştgiriya Malbatê û Jinan a Kerboranê
 Navenda Piştgiriya Malbatê û Jinan a Stewrê
Şaredariya Şemrexê
 
Serlêdanên navçeya Rişmilê ew ê  li Serokatiya Daîreya Xizmetên Malbatê û Jinan a li Artûklûyê bên kirin.