Di çalakiyên komployê de ‘Azadiya’ Abdullah Ocalan hat xwestin

  • 16:10 9 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de hat destnîşankirin ku azadiya Abdullah Ocalan pêk were û banga beşdariya mitînga 13’yê Cotmehê ya li Amedê hat kirin. 
 
Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê salvegera 26’an a komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat protestokirin.  Di çalakiyên protestoyê de cilên reş ku welatiyan li xwe kiribûn balê kişand ser xwe û hêrsa xwe li dijî komployê anîn ziman. 
 
Şirnex 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê û navçeyên wê li navçeya Silopiya komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin. Rêveberên DEM Partiyê, DBP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankarta “Em komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin” vekirin. 
 
Hevserokê DEM Partiya Silopiya Idban Kaplan daxuyanî da û da zanîn ku komploya 9’ê Cotmehê îro bi tecrîda girankirî didome û got: “Bi vê komployê hat xwestin gelê kurd bêstatû û bêîrade bimîne. Hat xwestin ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane neyê çareserkirin. Bi komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek mudaxileyê dest pê kir. Bi komployê hat xwestin ku fikrên Abdullah Ocalan hedef hat girtin.” 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez anî ziman ku armanca welatên NATO’yê ew bû ku li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pirsgirêka kurd bê çareserî bihêlin û got: “Dijwarkirina şer kirin armanca xwe. Lê belê birêz Ocalan li Îmraliyê paradîgmayek nû afirand. Bû dengê aştiyê. Ji bo şer hin dijwartir nebe divê deriyê Îmraliyê bê vekirin û bi birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin. Em hemû gelê xwe yê azadîxwaz û aştîxwaz vedixwînin mitînga me ya li Amedê.” 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 
 
Edene 
 
Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîzê (AYKAY-DER), Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û endam û rêveberên DEM Partî û DBP’ê bi daxuyaniya li Qada Beşocakê dan bertek nîşanî komployê dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê şermezar dikin” hate hilgirtin. 
 
Hevserokê AYKAY-DER’ê Mûstafa Yildiz ê li vir axivî wiha got: “Li Îmraliyê tenê Ocalan nayê dîl girtin, di heman demê de di kesayeta wî de vebijêrka aştiya civakî û jiyana azad a gelan a Tirkiyeyê bûye. Rakirina tecrîda li dijî birêz Ocalan dê zincîra faşîzmê ya gelên Tirkiyeyê dorpêçkiriye jî bişikîne. Em komploya 9’ê Cotmehê ku kete sala 26’emîn careke din şermezar dikin. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku îradeya aştî, demokrasî û azadiyê ya birêz Ocalan biparêzin û beşdarî mitînga ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê pêk bê bibin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
Mêrsîn 
 
Li Mêrsînê jî li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Akdenîzê daxuyanî hate dayîn. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Çûkûrovaya TUAY-DER’ê Metîn Înce yê li vir axivî, komplo şermezar kir. Înce, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan destnîşan kir. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan banga tevlibûna mitînga ku dê di 13’ê cotmehê de bê lidarxistin kir û wiha got: “Ne sûce ku mirov bibêje ‘ez ji birêz Abdullah Ocalan re azadiyê dixwazim’. Ne sûce ku mirov bibêje ‘Ez ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk dixwazim’. Mitînga ku em ê li Amedê li dar bixin jî rewa û hiqûqî ye. Ya ku esas bêhiqûqî ye komploya ku beriya 26 salan pêk hatiye. Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan jî komplo şermezar kir. 
 
Mûş 
 
Li navenda Mûşê jî bi pêşengiya DBP û DEM Partiyê li Parka Ataturkê hat xwestin ku têkildarî 9’ê Cotmehê daxuyanî bê dayîn. Polîsan êrişî daxuyaniyê kir û destûr neda. Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Sumeyye Boz di dorpêça polîsan de axivî û got: “Niha li hemberî me sûcekî dikin. Polîs neyarê gel, aştî û demokrasiyê ye. Hûn aştîxwazan bi tundî û îşkenceyê bêdeng dikin.” Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Selamettîn Yilmaz jî got: “Çareseriya îşkence û tundiya tê kirin diyaloga bi birêz Ocalan re pêkan e. Bi polîtîkayên şer û tecrîdê pirsgirêkên li vî welatî nayên çareserkirin.”  
 
Her wiha li navçeya Kopê ya Mûşê jî bi pêşengiya DBP û DEM Partiyê bi heman armancê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê DBP’a Kopê Siraç Çîftçî axivî û da zanîn ku bi salane komplo bandora xwe li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn nîşan dide û got: “Lê belê birêz Ocalan tevî polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê jî Girava Îmraliyê kir keleha berxwedanê.” 
 
Agirî 
 
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî bi pêşengiya DBP û DEM Partiyê meş û daxuyanî hat lidarxistin.  Girse li ber avahiya DEM Partiya Bazîdê kom bû û heta Parka Şaredariyê meş li dar xist. Gelek kes tev li meşê bûn. Di meşê de pankarta “Em li dijî komployê li ber xwe didin û di 13’ê Cotmehê de diherikin Amedê” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin. 
 
Hevserokê DEM Partiya Agiriyê Umut Dogruer piştî meşê daxuyanî da û destnîşan kir ku 26 sal in komploya 9’ê Cotmehê bandora xwe li ser Kurdistanê û Tirkiyeyê nîşan dide. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr jî anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê pêk tê belavî ser hemû girtîgehan bûye û ji bo dawîanîna polîtîkaya tecrîdê dê têbikoşin. 
 
Erzirom 
 
Li navçeya Qereçobanê ya Erziromê jî li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê DBP’a Qereçobanê Şakîr Yîgît daxuyanî xwend û bang li gelkê Qereçobanê kir ku beşdarî mitînga azadiyê ya di 13’ê Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin bibin. 
 
Piştî daxuyaniyê ji bo tevlibûna mitîngê belavok hatin belavkirin. 
 
Colemêrg 
 
Li navçeya Gever a Colemêrgê jî di pêşengtiya DEM Partiyê de li ber avahiya navçeyê daxuyanî hate dayîn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez, rêveberên rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên navçeyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bûn. Rêveberê DEM Partiyê yê Geverê Resûl Temel daxuyanî xwend. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Onûr Duşunmez, bang li desthilatê kir û got: “Heke hûn bixwazin aştî û wekhevî pêk were kerem bikin tecrîdê bi dawî bikin û deriyên Îmraliyê vekin. Rêya çareseriyê Îmrali ye. Li Îmraliyê berxwedaneke destanî heye û ev berxwedan 25 sal in didome. Heke di faşîzmê de were israrkirin em jî dê ji bo çareseriyê li ber xwe bidin û berxwedanê mezin bikin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Ji tecrîdê re na, berî her tiştî aştî” bi dawî bû. 
 
Êlih 
 
Li Êlihê hate xwestin ku li ber avahiya DBP’ê daxuyanî bê dayîn. Polîsan demekê bi hinceta “qedexeya çalakiyan a 5 rojan” a walîtiyê heye xwestin bibin asteng. Lê girseyê bi paş ve gav neavêt û daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî komployê li ber xwe didin, em ji bo azadiyê li Amedê tên bahev” hate vekirin. Her tim dirûşmên “Zext nikarin me têk bibin” û “Berxwedan jiyan e” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk komplo şermezar kir û ji bo mitînga Amedê ya di 13’ê cotmehê de bang kir. 
 
Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû jî bal kişand ku komplo bi hemû aliyan ve berdewam dike û got: “Li pişt komploya ku armanc dikir gelê kurd ji statû û mafên bingehîn bêpar bihêle, lihevkirineke navneteweyî hebû. Ev lihevhatina ku dixwaze Rojhilata Navîn jinûve dizayn bike li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyeke mudaxileyê ya nû da destpêkirin. Xeta birêz Ocalan azadîxwaz û demokratîk e. Bi pêvajoya komployê têkoşîna hevpar a gelan û fikriyata birêz Ocalan hedef hate wergirtin.”