Foza Yûsif: Rêber Apo bi felsefeya xwe komplo vala derxist

  • 13:45 9 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Hol, Şedadê û Erîşa li dijî komploya navneteweyî daketin qadan. Endama Desteya Rêveber PYD Foza Yûsif a daxuyanî da got: “Bi hêza jinan em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. ” Her wiha Foza got:"Rêber Apo bi zanîst û felsefeya xwe ya azad komplo vala derxist."
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komployek navneteweyî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket û di 15’ê sibata 1999’an bi dîlgirtinê radestî Tirkiyeyê hat kirin. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de komplo bi êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî dewam kir. Şêniyên bajarê Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Hol, Erîşa û Şedadê bi meşek girseyî komploya navneteweyî şermezar kirin.
 
Meşvanan di meşê de wêneyên  Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsa ‘Ji bo Rêber Apo azadî, ji pirsgirêka Sûrî re çareserî’ hilgirtin.
 
Meşa ku ji Çarxereya Arîn Mîrkan a taxa Mişêrfê a bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkir, li Qada Şehîd Delîl Cûdî a taxa Nasira bi daxuyaniyek bi dawî bû. Di meşê de dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Azadî ji bo Rêberê Neteweyî’ re hate berzkirin.
 
Beriya daxuyanî bê dayîn ji bo tevahî pakrewanên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axivî.
 
‘Rêber Apo bi zanîst û felsefeya xwe ya azad komplo vala derxist’
 
Foza Yûsif, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku komploya 9’ê Cotmehê di şexsê  Abdullah Ocalan de li dijî hebûn û nasnameya Kurd hate pêşxistin û wiha axivî: “Armanca komployê ew bû ku li Rojhiata Navîn şerê Navxweyî pêşbixin û şoreşa jin û gelan bidin rawestandin. Komplo heta roja me ya îro didome. Hêzên komploger negihîştin armanca xwe, lewma rojane êrişê herêmên me dikin, bajarê me dagir dikin û tecrîdê li ser Rêber Apo girantir dikin. Lê Rêber Apo bi zanîst û felsefeya xwe ya azad komplo vala derxist û îro bi vê felsefeyê serhildan, şoreş çêdibin û gelê me banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Gelê me Rêber Apo Rêberekî mirovahî û xelasiya ji koletî û desthilatdariyê hilbijartiye û ji bo vê yekê tekoşîn û berxwedaniya xwe didomînin.”
 
‘Em ê bi hêz û zanista jina azad azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin’
 
Foza Yûsif, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em ê bi hêz û zanista jina azad, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin û herêmên dagirkerî rizgar bikin. Em ji bo gelê xwe ya Serêkaniyê û Girê Spî dibêjin li hemberî dagirkerî, guhertina demografî û qirkirinê heta dawî li berxwe bidin û em soz didin heta em herêmên dagirkerî rizgar bikin tekoşîna xwe bidomînin.”
 
Meş bi dirûşmeya ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, û ‘Azadî Ji Bo Rêberê Neteweyî’ dawî bû.