Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9'ê Cotmehê tê şermezarkirin

  • 12:07 9 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkên bajar, bajarok û gundên girêdayî bajarên Qamişlo û Hesekê ji bo tevlêbûna meşa 9`ê Cotmehê berê xwe didin bajarê Qamişlo û Hesekê qadên ku meş lê bên lidarxistin.
 
Bi hezaran xelkê bajarê Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Til Hemîs, Tirbespiyê û Amûdê, bajarokên girêdayî wan ji bo tevlîbûna meşa 9`ê Cotmehê berê xwe didin bajarê Qamişlo, gelê bajarê Til Birak, Şedadê, Hol, Til Temir Zirgan, Dirbesiyê û Erîşe jî berê xwe didin bajarê Hesekê. 
 
Xelk bi rakirina wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi rêya seyare û basan bi rê ketin. Xwediyê dikanan jî ji bo tevlî meşê bibin dikanên xwe girtin e.