Derbarê Semra Guzel ya HDP'yî de 3 fezleke amade kirin

  • 15:02 11 Çile 2019
  • Ramyarî
AMED - Derbarê parlamentera HDP'ê ya Amedê de bi hinceta parvekirinên wê yên li ser medya civakî û tevlibûna wê ya merasîma cenazeyan 3 fezleke hatin amadekirin.
 
Derbarê parmanetera Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) ya Amedê Semra Guzel de bi hinceta parvekirinên wê yên li ser medya civakî û tevlibûna wê ya merasîma cenazeyan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve 3 fezleke hatin amadekirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdaya ku Semra "Propagandaya Rêzistinê kiriye" xwest ku destnedana wê bê rakirin.
 
Fezleke ji bo ku pêşkêşî meclisê bê kirin şandin Enqereyê.