Derbarê Semra Guzel ya HDP'yî de 3 fezleke amade kirin 2019-01-11 15:02:43   AMED - Derbarê parlamentera HDP'ê ya Amedê de bi hinceta parvekirinên wê yên li ser medya civakî û tevlibûna wê ya merasîma cenazeyan 3 fezleke hatin amadekirin.   Derbarê parmanetera Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) ya Amedê Semra Guzel de bi hinceta parvekirinên wê yên li ser medya civakî û tevlibûna wê ya merasîma cenazeyan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve 3 fezleke hatin amadekirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdaya ku Semra "Propagandaya Rêzistinê kiriye" xwest ku destnedana wê bê rakirin.   Fezleke ji bo ku pêşkêşî meclisê bê kirin şandin Enqereyê.