Jina 77 salî ya hat binçavkirin hat berdan

  • 19:37 11 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX – Vazîre Abdulkerîn ku dema ji Deriyê Sînor yê Xaburê derbasî Sîlopiyê dibû hatibû binçavkirin, hat berdan.
 
 Nexweşa dil Vazîre Abdulkerîn ya 77 salî  ku bi hevjînê xwe re dema ji Deriyê Sînor yê Xaburê derbasî Sîlopiya Şirnexê dibû hatibû binçavkirin, hat berdan. Vazîre ku birin Emniyetê bi SEGBÎS’ê îfade da dozgeriya komarê ya Mêrdînê. Di îfadeyê de sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ lê hat kirin û Vazîreyê ev sûcdarî qebûl nekir. Piştî îfadeyê Vazîre hat berdan.