Gulser Yildirim: Tifaqa MHP-AKP’a faşîst îro jî berdewam dike

  • 14:14 4 Mijdar 2018
  • Ramyarî
MÊRDÎN – Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê derbarê operasyonên  4’ê Mijdara 2016’an de ku di encamê de  Hevserokên HDP'ê, parlementerên HDP’ê, Hevşaredarên DBP’ê û siyasetmedarên ku hatin girtin de daxûyanî da.  Di daxuyaniyê de nameya Gulser Yildirim a girtî ku derbarê operasyonên siyasî de şand hat xwendin Gulser di nameya xwe de wiha got: “Her çiqas îro 4’ê Mijdarê û rojek ji rojên qirkirina siyasî ya li pêşberî  îradeya gelê me de be jî em  baş dizanin ku ev êriş û qirkirina siyasî ku bi tifaqa MHP-AKP'ya faşîst û nijadperes pêkhatiye hê jî didome.”
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Mêrdînê derbarê 4’ê Mijdara 2016’an de Parlementerên HDP’ê, Hevşaredarên DBP’ê û siyasetmedarên ku hatin girtin de xwest li Parqa Karayolları daxûyaniyê bidin, Lê ji ber astengiya polîsan daxûyanî li ber avahiya HDP’ê hat dayîn. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay,  Kongera Îslama Demokratîk(DÎK), Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê, endam û rêvebirên HDP û DBP’ê yên navend û navçeyan tevlî daxûyaniyê bûn. Li ser navê HDP’ê Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Sîncar daxûyaniyê xwend.  
 
Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin ku di vê pêvajoyê de bi dijhiqûqî û qirkirinên siyasî dixwazin ku qada têkoşînê tune bikin û daxuyanî wiah hat berdewamkirin: "Li dijÎ van hemû pêkanînan  wek partî em ê êrîşan vala derdixin û têkoşîna xwe berdewam bikin.  Beriya du salan Hevserokên me yên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Cîgirên serokên me Îdrîs Baluken, Çaglar Demîrel û 11 parlementer bi operasyoneke siyasî hatin binçavkirin û piştre  jî hatin girtin. Ji 4’ê Mijdara 2016’an heta niha tevî hevşaredarên me yên girtî 16 parlementerên me hatin girtin. Hîn 9 parlementerên me di girtîgehê de ne. Bi talîmateke dijhiqûqî operasyona ku hat kirin ‘4’ê Mîjdarê wek Darbeya Siyasî’ di dîrokê de cihê xwe gitt. Her çiqas vê darbeyê siyaset demokrasiyê tê biribe jî , ev operayonên ku li dijî  kevneşopiya têkoşîna me hatine kirin  ne care yekem in. Di sala 1994’an de parlementerên DEP’ê ji meclîsê hatin avêtin û piştre jî hatin girtin. Di sala 2009’an bi navê oprasyonên KCK’ê dîsa  operasyon hatin kirin.”
 
‘Em ê bi hevre govenda azadiyê bigerînin’
 
Herê dawî Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay axivî û di serî de operasyonên ku li dijî siyasetmedaran hatine
 kirin şermezar kir û da zanîn ku operayonên ku tên kirin re îktîdar dixwaze HDP’ê tune bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “HDP bi van rêyan tu carî naqede û dê neqede jÎ. HDP partiyeke ku di girtîgehan de hilnayê ye. Ev têkoşîna me têkoşîna bi salan e. Hûn her çiqasî me bavêjin girtîhgehan em bi hezaran, bi mîlyonan zêde dibin. Ji siyasetmedarên me yên ku niha di girtîgehan de ne re sozê didin ku em ê wan di girtîgehan de nehêlin. Em  ê bi hev re govenda azadiyê bigerînin.”
 
'Zilm û zor gîhandine lutkeyê
 
Piştî daxuyaniyê . Nameya ku Gulser Yildirim ji girtîgehê şandibû ji alyê  Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak ve hat xwendin. Gulser di nameya xwe de wiha nivîsandiye: "Em ji Girtîgeha Kandira silavên xwe ji hevalên xwe yên bi rûmet re dişînin .Em di şertên zor de  ji bo jiyaneke bi wate û welatekî demokratîk û wekhev li pêşberî dîktatoran dibin dengê gelê xwe û hemû gelên li Tirkiyeyê. Em pir baş dizanin ku tekoşîna mazlûman a li dijî zaliman ne hêsan e. Bes em vê jî pir baş dizanin ku ev têkoşîn bi qasî 1’ê Mijdarê, serkeftina Kobanê girîng û pîroz e. Bi minasebeta wê serkeftina pîroz ez we tevan û hemû gelên me yên berxwedêr ji dil û can silav dikim û serkeftina gelê me û hemû gelên cîhanê yên rûmetkar ku keda wan di wê serkeftinê de heye careke din bi rêzdarî û hezkirin bi bîr ttînim û silav dikin.
 
Belê hevalên me yên bi rûmet û gelê me yê hêja. Her çiqas îro 4’ê Mijdarê û rojek ji rojên qirkirina siyasî ya di pêşberî  îradeya gelê me de be jî, em  baş dizanin ku ev êriş û qirkirinên siyasî ku bi tifaqa MHP-AKP ya faşîst û nijadperes de pêkhatiye û hê jî didome,  perçeyek jî dijminahiya ku bi zihniyeta xwe ya înkar û tunekirina li ser gelê kurd dimeşînin de pêk hatiye. Lê em wekî wekîlên gelê xwe, hevşaredarên gelê xwe, siyasetmedar û rêvebirên gelê xwe û hemû gelên ku canê wan bi wê desthilatdariya zalim êşiya ye ku îro di asta bêexlaqî û bêwijdaniya xwe deye em ê heta dawiyê têbikoşin."