‘Gelê Botanê li bende roja ji qeyûm xilas bibe ye’

  • 09:06 3 Mijdar 2018
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Hevşaredara Tilgebin Rabîa Tekas a ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin, diyar kir ku gelê Botanê li bende roja ku ji qeyûman xilas bibe ye û got: “Em ê van zîhniyetan tune bikin û şaredariyan ji nû ve bigirin.”
 
Hilbijartinên herêmî yên 2019’an di 31’ê Adarê de pêk tê. Li bajarên ku qeyûm tayînê şaredariyan bûbûn, gel li bende roja hilbijartinê ye. Li bajaroka Tilgebîn a Sîlopiyê hevşaredar Rabîa Tekas jî qeyûm tayînî şûna wê bûbû. Rabîayê got gel bi kelecanek mezin li bende roja hilbijartinê ye.
 
‘Min li şûna şaredariyê qerekol dît’
 
Rabîa ya ku piştî qeyûm hat şûna wê, hat girtin, 4 mehan di girtîgehê de ma. Rabîayê diyar kir ku piştî vegeryaye navçeyê tu tişt ne wek berê bûye û got: “Ez di 17’ê Mijdara 2016’an de hatim binçavkirin. 4 mehan girtî mam. Ez hatim bajarokê lê min li şûna şaredariyê qerekol dît. Ji ber bi tu awayî gel nikaribû biçe wê saziyê. Tu têkiliya me jî bi şaredariyê re nema.”
 
‘Li ser navê xizmetê tu xebat tune ye’
 
Rabîayê anî ziman ku şaredarî li ser navê xizmetê tu xebatekê nake û polîtîkayên bi armanca rantê tê meşandin û wiha berdewam kir: “Ji bo hewcedariyên gel tu tiştek nayê kirin. Qeyûm ev du sal e ji bilî komkirina çopê tiştekî nake. Hemû xebatkarên girtine jî alîgirên wan e.”
 
‘Gel li bende roja xilasbûnê ne’
 
Rabîayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku qeyûman jiyana gelê Botanê veguhertiye dojehê û got gel bi hêviyek mezin li bende roja ku qeyûm biçene. Rabîayê got ligel xizmetên ku nayên kirin, bûyerên deyn û nelêrêtiyê jî gel bêzar dike. Rabîayê her wiha got wê vê zîhniyetê tune bikin û şaredariyan ji nû ve bigirin.