'Platforma Ziman a Kurd wê yekîtiya neteweyî xurt bike'

  • 09:05 3 Mijdar 2018
  • Ramyarî
AMED - Salîha Aydenîz a HDP’î diyar kir ku di pêvajoya ku nîqaşên yekîtiya neteweyî didomin de, hatina cem hev 9 partiyên Kurd û avakirina ‘Platforma Ziman a Kurd’ girîng e û wiha got: “Ev pêngavek girîng a ji bo xurtkirina tifaq û yekîtiya netewa Kurd e.”
 
Li Amedê 9 partiyên Kurd hatin cem hev û li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ji bo pêşxistina zimanê Kurd û bi daxwaza ziman bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê Platforma Ziman a Kurd ava kirin. HDP, DBP, OSP, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-B), Partiya Demokratîk a Kurdistanê –Tirkiye (PDK-T) Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Azadî û Mirovahî û Însiyatîfa Azadî di platformê de cih digirin.
 
Platforma bi dirûşmeya ‘îro zimanê me sibe netewa me’ kampanya dan destpêkirin û di 10-11’ê Mijdarê de li Amedê wê komxebatekê pêk bînin û nexşerê diyar bikin.
 
‘Li dijî asîmîlasyonê parastina cewherî ya herî baş zimanê dayikê ye’
 
Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn balkişand ser girîngiya platformê û got bi taybet li dijî polîtîkayên dijminê Kurd alava herî girîng a parastina cewherî parastina zimanê dayikê ye û got: “Hebûna gelekî zimanê wê diyar dike. Gelê Kurd li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê di parastina çanda xwe de israr kiriye. Hebûna gelekî zimanê wê diyar dike. Ziman hebe, mirov heye, gel heye çand heye. Em partiyên tevlî platformê bûne ji bo xwedî li zimanê xwe derkevin xebatan dimeşînin.”
Fîlîzê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku HDP di mijara zimanê dayikê de gelek bi hestiyar tev digere û wek partî di vê mijarê de xebatên pir cidî dimeşînin.
 
‘Armanca têkoşîna li dijî asîmîlasyonê ye’
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz diyar kir ku ew dixwazin komxebatê li dijî zext û polîtîkayên li hemberî zimanê Kurdî pêk bînin û ev tişt bi lêv kir: “Armanca vê komxebatê têkoşîna li dijî asîmîlasyonê ye. Wê di komxebatê de derbarê jiyandin û pêşxistina ziman de xebat bên kirin. Ev ne tenê partiyek hemû partiyên Kurd eleqedar dike. Em wisa difikirin ku wê tevlîbûnek xurt pêk bê. Di pêvajoya ku nîqaşên yekîtiya neteweyî didomin de, hatina cem hev 9 partiyên Kurd û avakirina ‘Platforma Ziman a Kurd’ girîng e. Ev pêngavek girîng a ji bo xurtkirina tifaq û yekîtiya netewa Kurd e.”