Dîlan Dîrayet Taşdemîr:Em ê destûr nedin ku siyaset bê jin bimîne

  • 09:10 25 Cotmeh 2018
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE- Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku bi stratejiyeke ku hev temam dike li Kurdistan û bajarên rojava ji bo hilbijartinên herêmî xwe amade dikin û wiha got: “Em hedef dikin ku zemînek tifaqa demokratîk a xurt bi partiyên siyasî û STK’yan re ava bikin. Bi pêşengiya jinan bi tifaqên berfireh bi rihê seferberiyê emê bi awayekî xurt bersivê bidin. Emê destûrê nedin  ku qada rêveberiyên herêmî bê jin bimîne.”
 
HDP’ê dawiya hefteya borî li amedê bi Komxebata rêbazên herêmî starta xebatan da. Komxebat li Salona Konferasnsê ya Vedat Aydin a avahiya HDP’ê pêk hat. Yek ji sernavên komxebatê stratejiya tifaq û hilbijartinê bû. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê û berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr,  der barê xebatên  HDP’ê de axivî
 
Dîrayetê bi lêv kir ku bi endamên Meclîsa Partiyê (PM), Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK), hevserok, jin û meclîsên ciwanan re tên cem hev û got di civînan de tenê hilbijartinan nîqaş nakin û got: “Em di esasa perspektîfa demokrasî ya radîkal û xut de hedef dikin bi gelê xwe re feraseta rêveberiya di cih de xurt bikin û ava bikin. Ji ber ku em rêveberiyên herêmî wek hilbijartin an jî bi girtina çend şaredariyan nabînin.”
 
‘Emê muxalefeta civakî rêxistin bikin’
 
Dîrayetê destnîşan kir ku HDP ji kevneşopiya têkoşînek demdirêj tê û ya herî girîng jî wek bloga muxalefetê li dijî rêveberiya otorîter û faşîzan qada têkoşînê ye. Dîrayetê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em hedef dikin ku zemînek tifaqa demokratîk a xurt bi partiyên siyasî û STK’yan re ava bikin. Bi pêşengiya jinan bi tifaqên berfireh bi rihê seferberiyê emê bi awayekî xurt bersivê bidin. Emê desturê nedin qada rêveberiyên herêmî bê jin bimîne. Em girîngiyê didin zemîna tifaqa demokratîk. Armanca me tifaqek civakî ya stratejiya wê li gorî rihê hilbijartinên herêmîye pêk bê.”
 
‘Emê zîhniyeta qeyûm bavêjin’
 
Dîrayetê her wiha bi lêv kir ku hedefa wan ya din ewe ku bi berxwedan û piştevaniyê têkoşîna xwe mezin bikin û şaredariyên ku qeyûm lê bi cih bûne ji nûve bigirin û ev tişt bi lêv kir: “Em destkeftiyên xwe teslîmê bloka AKP-MHP ya dijminê jinê nakin. Emê projeyên xîtabê jinan dikin pêşniyar bikin û emê di şaredariyan de ji nûve rengê jinan bidin nîşandan. Bi pêşengiya jinan emê bi tifaqeq xurt bibin bersiv.”