Tevî hemû astengiyan jin beşdarî kongreya mezin bûn
- 11:00 11 Sibat 2018
- Ramyarî
ENQERE - Tevî hemû astengiyan jinan bi govend, tililî û rengên xwe di kongreya HDP'ê ya ku li Eywana Werzîşê ya Arenayê pêk tê cihê xwe girtin.
Jin tevî hemû astengiyan bi govend, tilîlî û rengên xwe beşdarî 3'emîn Kongreya Awarte Ya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn. Serê sibehê welatiyên ku ji derve hatin herikîn eywana kongreyê û jinan jî cihê xwe girtin. Welatiyên li derve rastî mudaxaleya polîsan tê. Welatiyên ku bi dirûşma "Bijî Berxwedana Efrînê" derbasî eywanê dibin bi gef û êrîşên polîsan rû bi rû dimînin.
Ji Kurdistanê, Tirkiyeyê û ji Ewropayê gelek kes beşdarî kongreya ku bi coşeke mezin dest pê kir, bûn.
Li gel hemû zextan welatiyên ku beşdarî kongreyê dibin bi coşeke mezin aştî û azadiyê diqêrin.