‘Divê her çar parçeyên Kurdistanê li dijî dengê hevpar bilind bibe’

  • 09:49 11 Sibat 2018
  • Ramyarî
Duygu Cînîvîz
 
AMED - Endama DBP PM’ê Fîkriye Aytîn  ku di xebatên Yekîtiya Netewiya Kurd de bi awayekî çalak cih digire, diyar kir ku  ji bo Kurdan yekîtiya neteweyî ferz e û li dijî êrîşên li hemberî Efrînê divê  ji çar parçeyên Kurdistanê, dengê hevpar bilind bibe.
 
Êrîşên li dijî qezencên gelê Kurd didomin û li aliyê din jî xebatên bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê  tên meşandin jî didomin. Endama DBP PM’ê Fîkriye Aytîn ku di xebatên yekitiyê de jî cih digire got: “Li dijî êrîşên li hemberî Kurdan, li dijî îmha û qirkirinê divê ji çar parçeyên Kurdistanê dengê hevpar bilind bibe.”
 
‘Îmha tê hedefkirin’
 
Fîkriyeyê bi lêv kir ku ew li ser navê DBP’ê, tevlî civîna  li ser ‘yekitiya neteweyî’  ya li Silêmaniyê bi banga KNK’ê di hefteyên borî pêk hatiye, bûye û wiha got: “Ez li ser navê partiya xwe DBP’ê tevlî bûm. Min di komîsyona bilind de cih girt û xebatên xwe da destpêkirin. Niha li Tirkiye, Iraq, Rojava û Îranê li dijî civakê êrîşên cidî hene. Li Rojava û Îranê êrîşên cidî hene. Li dijî Kurdan polîtîkaya îmhayê tê meşandin.”
 
‘Rastiya gelê ku li çar parçeyan hatiye belavkirin’
 
Fîkriyeyê anî ziman ku bi êrîşan îmha tê hedefkirin û li dijî van êrîşan rastiya gelekî ku li çar parçeyî hatiye veqetandin heye û her wiha diyar kir ku li dijî vê  yekitiya neteweyî gelek girîng e.
Fîkriyeyê ev tişt anî ziman: “Di xebatên yekîtiya neteweyî de me xebatên jinan ewil girt dest û di çarçoveya vê de me bi gelek hevdîtin pêk anîn û di encama wê de me bi partiyên xwediyên îdeolojiyên cuda û fikrên cuda re hevdîtin kir. Ji bo li dijî êrîşên li hemberî Kurdan ji her çar parçeyî deng bê derketin me hevdîtin pêk anîn.  Xebat dikarin bên kûrtirkirin. Em ê xebatên xwe zêdetir bikin.”
 
‘Jin wê qezenc bikin, yekîtiya neteweyî pêk bê’
 
Fîkriyeyê balkişand ser girîngiya rola jinan a di qada têkoşînê de û got di xebatên yekîtiya neteweyî ev rol du qat zêde bûye û got wê jin qezenc bikin û yekitiya neteweyî pêk bê. Her wiha Fîkriyeyê balkişand ser êrîşên li dijî Efrînê jî got gelê Efrînê ne tenê ye, her çar parçeyên Kurdistanê bi gelê Efrînê re ye.