‘Em ê di kongreyê de zext û êrîşan vala derxînin’

  • 10:05 10 Sibat 2018
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
STENBOL - Amadekariyên Sêyemîn Kongreya Asayî ya HDP’ê rastî polîtîkayên zextê tên. Hevseroka HDP’a Stenbolê Esengul Demîr diyar kir ku wê bi nexşerêya nû bersivê bidin êrîşan û got: "Wê zext û êrîşan vala derxînin" û banga tevlîbûna kongreyê kir. 
 
Beriya Sêyemîn kongreya HDP’ê ya di 11’ê Sibatê de wê pêk bê li dijî hevserok, endam û pêkhateyên HDP’ê êrîş pêk hat. Tevî zextan kongreyê coşa xwe wenda nekir. Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr xebatên li Stenbolê çawa tê meşandin, vegot û diyar kir ku girîngiya nexşerêya nû ya kongreyê nirxand.
 
‘Îradeya gel tune tê hesibandin’ 
 
Esengulê diyar kir ku li dijî muxalîfan êrîşên tund pêk tên û wiha pê de çû: “Dixwazin hemû muxalîfê li welat bêdeng bikin. Tehemula wan ji kesî re nemaye. Li her derê propagandaya şer tê kirin. Yên li dijî şer derkevin jî hedef tên girtin. Her roj parlamenteriya parlamenterekî tê xistin. Îradeya gel tune tê hesibandin.” ‘Rêjeya xizaniyê her roj zêde dibe’. Esengulê bi lêv kir ku rêjeya xizaniyê jî roj bi roj zêde dibe û got berê mirov zanîngeh nexwendiba dibû pirsgirêk niha jî kesên xwendine jî û nexwendine jî nikarin kar bibînin û got: “Kesan li gorî nêrîna wan ya siyasî digirin kar. Pergala perwerdeyê di rewşek ne baş de ye.”
 
Esengulê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “ Di pêvajoya OHAL’ê de hemû muxalîf bi bandor bûn. Her wiha gelek kesî jî ji OHAL’ê fêde girtin. Bi KHK’yên tên derxistin li kolanê kuştina kesan jî bêceza tê hiştin. Mirovan teşwîqê kuştinê dikin. Tecawizkar bê ceza tên hiştin. Li jinan mirin, betalî û koletiyê ferz dikin.” 
 
‘Em ê bi gel re li qada bin’ 
 
Esengulê wiha dawî li axaftina xwe anî: “HDP di alî siyaseta Tirkiyeyê de jî di alî gelên Tirkiyeyê de jî rêya rizgariyê ye. Tevî hemû êrîşan yekane partiya ku li dijî şer e û aştiyê diparêze ye. Beriya kongreyê me gelek civînên bi gel re pêk anîn. HDP wê di pêvajoya pêş de bi gel re li qada be û bibe bersiva herî xurt a pêvajoyê. Em ê van zext û êrîşan vala derxînin.”