Ozlem Atmaca ya CHP’î: Em li dijî pêkanîna cilên yekreng in

  • 09:51 9 Sibat 2018
  • Ramyarî
 
 
AMED-Ozlem Atmaca diyar kir ku ew li dijî dirêjkirina OHAL’ê û pêkanînan cilên yek rengin û got: “Ez wek kes vê pêkanînên dişibînim mohrkirina mirovan.”
 
Bertekên li dijî pêkanîna cilên yekreng ku bi KHK’a hejmar 696 bû qanûn didome.  Cigira Serokê CHP’a Amedê Ozlem Atmaca bi lêv kir ku OHAL’ê bandor li ser her alî civakê kiriye û azadiya fikr û ramanê mifte kiriye  û got wê li dijî pêkanîna cilên yekreng ya li girtîgehan dixin jiyanê bisekinin.
 
Ozlemê bal kişand ser bandora OHAL’ê ya li ser civakê û got: “Xwendekarên zanîngehê jî nekarin li qada vekirî daxuyaniyê bidin. Civak ji ber zextan nekare fikrên xwe îfade bike. Em ji bo rakirina OHAL’ê wê çalakiyan pêk bînin.
 
‘Bi KHK’yan rewa kirin’
 
Ozlemê daxuyakirin ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde hikûmetê OHAL di bin navê têkoşîna bi FETO’yê re îlan kiriye û got OHAL cara 6’emîn hatiye dirêjkirin û di vê pêvajoyê de her tişt bi KHK’yan rewa kirine.
 
Ozlemê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser pêkanîna cilên yek reng ya li girtîgehan û got ew vê pêkanînê dişîbîne mohrkirina mirovan û got ew wê li dijî vê bertekên xwe bînin ziman.