HDP xwe ji bo 11’ê Sibatê amade dike: Carek din, bi dengekî bilindtir

  • 09:26 8 Sibat 2018
  • Ramyarî
ÎZMÎR - Hevseroka HDP’ê Semra Uzunok diyar kir ku wê di kongreya HDP’ê ya dê di 11’ê Sibatê de pêk were de  careke din daxwaza jiyana bi hev re û jiyaneke azad bikin û hemû jin vexwendî kongreyê kir. 
 
HDP di 11’ê Sibatê de Sêyemîn Kongreya xwe ya Asayî pêk tîne. Xebatên kongreyê bi lez didomin. Tevî operasyonên ku bi armanca pêşî li tevlîbûna kongreyê bigirin tên kirin, xebat li her derê didomin û yek ji van bajaran jî Îzmîr e. Hevseroka HDP’a Îzmîrê  Semra Uzunok derbarê xebatan de agahî da û got: “Dema em di 11’ê Sibatê de bên cem hev, em ê daxwaza jinan a jiyana azad carek din bînin ziman. Divê herî zêde jin xwedî li HDP’ê derkevin.”
 
‘Dixwazin civakê li ser jinan carek din dîzayn bikin’
 
Semrayê bi lêv kir ku hewl tê dayîn civakê ji nû ve li ser jinan dîzayn bikin û ev polîtîka jî ji êrîş û kuştinên jinan re bingehê ava dike. Semrayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtina parlamenterên jin û xistina parlamenteran mînaka şênber a helwesta desthilatdariyê ya li hemberî jinan e. Divê jin li dijî vê têbikoşin.”
 
‘Em ê siberoja xwe bi hemû gelan re ava bikin’
 
Semrayê di berdewamiya axaftina xwe de bertek nîşanî kampanyaya reşkirinê ya li dijî HDP’ê da û ev tişt anî ziman: “Li dijî kesên hewl didin me parçe bikin, bi înat em ê ligel hev bisekinin û em ê siberoja Tirkiyeyê bi hemû bindestan re ava bikin. HDP berhema têkoşîna jinan a dehan salî ye. Partiyên din ku nîqaşa kotayê dikirin, HDP bi rêgeza wekheviyê hat avakirin.”
 
Semrayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku tevlî kongreya HDP’ê ya ku dê di 11’ê Sibatê de li Enqereyê pêk were, bibin.