Encamnameya konferansa HDP'ê diyar bû

  • 14:13 7 Sibat 2018
  • Ramyarî
ENQERE - HDP'ê Encamnameya 2'emîn Konferansa HDP'ê ku dawiya hefteyê hat li darxistin aşkera bû. Di Encamnameyê de. Di encamnameyê de biryarên ku derbarê Efrîn, tecrît, têkoşîna hevlar û aştiyê de hatin girtin hatin aşkerakirin.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dawiya hefteya derbasbûyî 2’yemîn Konferansa Asayî ya partiya xwe li Otêla Plaza a Enqereyê bi dirûşma “Partiya Bi Hêz û Têkoşîna Bi Biryar” li dar xistibû û encamnameya konferansê aşkera kir. Di konferansê de Hevserokên HDP'ê yên girtî, parlamenter, hevserokên şaredariyan, siyasetmedar, û berxwedana hemû girtiyên siyasî hat silavkirin û hat diyarkirin ku wê berxwedan berdewam bike.
 
Di konferansê de ev mijar derketin pêş:
 
“Di sê mehên dawî de bi sedan civînên gel û 8 konferansên me yê mezin ên herêmî bi gel û kadroyên xwe re têkildarî pêvajoya konferans û kongreyê li dar xist. Me nîqaşên amadekirina kongreyê kir. Nijadperestî, faşîst, mezhebi, îstîsmara ol, zayendî û rejîma yek zilamî her ku diçe kurtir dibe. Li dijî van pêkanînan bi li gorî ruhê pêvajoyê me li ser van mijaran nîqaş û em axivîn. Me tespîta ku dê li dijî van pêkanîna berxwedana ku dê li dijî derkeve kir.
 
Kamsî di ber çavan re hatin derbaskirin
 
Di bereka van tespît û rexneyan de HDP’ê hemû kêmasî û tiştên pêk ne anîn kir mijara xwe. Di serî de li bajarên mîna Sûr û Cizîrê û bajarên berxwedanê di pêvajoya qedexeyê de li hemberî pêkanînan ji bo têkoşînek bi bandor derneket holê em rexnedayîna xwe didin hemû gelê xwe. Konferansa me têkoşîna rêxistinî û polîtîk ya du salên dawî nirxand û nexşerêya bingehîn a rêxistinî û siyasî ya dema nû diyar kir. 
 
Berxwedana Efrînê hat silavkirin
 
Şerê dagirkerî û serdestiyê yê emperyalîst herî dawî li Efrînê li dijî gelên Sûriyeyê tê meşandin. Ev hêz û rêxistinên selefi dixwazin gelan li hember hev bidin şikandin. Jiyanê veguherandine dojeh e. Di hundirê vê dojehê de li dijî DAIŞ’ê gelan li Bakûrê Sûriyeyê li ber xwe da û jiyana azadî, demokratîk, pirjimariya gelan drxist holê. Van hemû geşedanan hemû serdestan aciz kir. Herî dawî tifaqa AKP û MHP’ê li dijî Efrînê dest bi êrîşan kiriye û bi hewldana dagirkeriyê ev geşedan derketine astek din. Ev êrîş di serî de li dijî gelê kurd û hemû gel û baweriyên din pêk tê. Her wiha ev êrîş li dijî vîna jinê jî pêk tê. Di konferansa me de gelên Efrîn û Rojava û hemû gelên cîhanê hatin silavkirin. Di konferansê de soza bilindkirina têkoşîna demokratîk a li dijî van êrîşan hat dubarekirin. 
 
Li dijî kincên yek reng biryara berxwedanê
 
Desthilatdariya Tirkiyeyê birêve dibe dixwaze bi polîtîkayên rejîma KHK û OHAL’ê faşîzma xwe sazûman bike û hemû civakê di bin zext û zordestiyê de bihêle. Dixwaze hemû beşên civakê tune bike. Yên dixwazin li dijî vê pergalê derbikevin jî dorpêç dike û diavêje girtîgehan. Konferansa me li dijî yekrengiya jiyanê û ferzkirina cilên yekreng a li girtîgehan derket û li dijî vê biryarên têkoşîna hevpar û xûrt girt.
 
Têkoşîna li dijî tecrîdê
 
Konferansa me bal kişand tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ê li Rojhilata Navîn û li welatê me xwedî rolek girîng a aştiyê dileyîze û hemû polîtîkayên li serê tên meşandin bi berfirehî girt dest. Ji bo birêz Ocalan dikaribe rola xwe bileyîze û tecrîd bê bidawîkirin di serdema pêş me de em ê têkoşîna xwe ya bi biryar dewam bikin.
 
Li dijî pêkanînan biryar rêxistinbûnê
 
Konferansa me ji bo li dijî hemû pêkanînên faşîzmê derbikeve û dikaribe hemû berpirsyariyên xwe bi cih bîne biryara rêxistinbûna radîkal a demokrasiyê girt. Em ê seferberiya rêxistinbûyînê bidin destpêkirin. Konferansa me li dijî dîktatoriyê, talankirina xwezayê, astengkirina raman, azadî û tevahiya sazî û dezgehên demokrasiyê dixwazin derdikeve û dê têkoşîna hevpar û têkoşîna azadî, aştî û demorkasiyê mezin bike. Her wiha konferansa me dê li dijî dagirkirina destkeftî û kedxwariya heremî jî dê bêdeng nemîne û têkoşîna demokrasiya herêmî mezin bike. 
 
Ji bo tevlibûna kongreyê bang
 
Em bang li tevahiya gelê xwe, jin, kedkar û hemû gelên Tirkiyeyê dikin ku bi biryariya 8’ê Adarê, Newroz û 1’ê Gulanê pêşwazî bike beşdarî kongreya me ya di 11’ê sibatê de bibin. 
 
Encamnameya konferansa HDP'ê bi dirûşmên "Em ê tekez bi ser kevin", "Partiya bi hêz berxwedana bi biryar"  bi dawî bû.