'Kesên bi îdaya raperînê êrşî Efrînê dikin wê korîpoşman vegerin'

  • 15:41 6 Sibat 2018
  • Ramyarî
AMED - Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyigît a ku tevli 2'emîn Konferansa Giştî ya Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê bû got;"AKP û MHP li ku bin statuya kurdan hedef digirin. Kesên bi îdaya raperînê êrîşî Efrînê dikin wê korîpoşman vegerin."
 
2'emîn Konferansa Giştî ya  Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (DBP), bi axaftinan û bi bi peyaman berdewam dike.  Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît  ya ku piştî Feleknas Uca axivî, got ku DBP'ê ji roja ku rêveberiyên herêmî bi dest xisitn hem li Tirkiyeyê û hem jî li Rojhilata Navîn di warê xebatên jinan de gavên girîng avêtine. 
 
'AKP dixwaze li kurdistanê hebûna xwe îspat bike'
 
Gulîtan di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya piştî 7'ê hezîranê û wiha got: "Piştî pêvajoya 7'ê hezîranê ku hevşaredar û parlamenter rehîn hatin girtin AKP'ê xwest ku xwe li Kuristanê ispat bike û polîtîkayên xwe yên çewisandinê kirin dewrê. Lê her partiyeke ku hat girtin ji bo demokrasiyê kevirek danî. Sivê ku em serkeftina xwe hindik nebînin. Ji bo ku bêhtir bi pêşve biçin divê ku em berxwedana xwe hem di warê îdeolojîk de û hem jî di warê civakî de mezin tir bikin. Ger ku em bahsa Efrînê bikin Tirkiye bi îdiaya ku ji bo wê tehdît e êrîşî Efrînê kir. Lê armanc ne tehdîde. Pirsgirêka bingehîn ew e ku ji ber Tirkiye naxawaze bi kurdan re li hev bê vê carê êrîşî kurdên azad yên li derveyî sînor dike. AKP - MHP li ku dibin bila bibin statuya kurdan ji xwe re dikin hedef. Kesên bi îdiaya raperînê êrîşî Efrînê dikin wê korîpoşman vegerin."
 
'Rêveberiyên herêmî rêxistina rewa ya jêneger a civakê ne'
 
Piştî axaftina Gulîstanê nameya Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Kandrayê ya hejmar 1 a Tîpa F girtiye hat xwendin. Gultan di axaftina xwe de got ku rêveberiyên herêmî ji bo ku pêdiviyên civakê pêşwazî biin, jiyaneke demokratîk ava bikin û pêşerojeke azad ava bikin rêxistina jêneger a rewya ya civakê ne. 
 
Gultan di berdewamiya nameya xwe de wiha got: 
 
"Bêyî ku em tecrûbeyên xwe di nava niqaşên kesane de bifetisînin, di vê ku em wna bi cesaret û berpirsiyarî bigirin dest. Hevserokatî di rêya dawaza civakeke azad  de gaveke mezin e. Ji bo ku em  vê pêş bixin, divê ku em kêmasiyên heyî bibînin çareser bikin û di hilbijartina bê de bi ser kevin.  Rêveberiya kolektîf, koordînasiyona kar û rolê, xizmeta ku civakê esas digire, tevlibûn û pêvajoyên biryarê ji bo hevserokatiyê bingeh in. Ez bawerim dema ku em van hemûyan bi cih bînin em ê bi ser kevin. Ez we hemûyan hembêz dikim û serkefitinê ji bo we dixwazim." 
 
Konferans ji çapemeniyê re gitî berdewam dike.