Feleknas Ûca: Gelê Efrînê dê ji zilmê re serî netewî ne

  • 14:47 6 Sibat 2018
  • Ramyarî
AMED - Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca di 2'emîn Konferansa Giştî ya Rêveberiyên Herêmî yên DBP'ê de axifî û anî ziman ku êrîşên li dijî Efrînê ku 18 roj in berdewam dike, desthilatdarî ye. Felekê diyar kir ku di nava tu şerd û mercan de gelê Efrînê serî natewînin û got ku ew ê li Efrînê xwedî derkevin. 
 
2'emîn Konferansa Giştî ya Rêveberiyê Herêmî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Eywana Konferansa Vedat Aydin a Avahiya Rêxistina Bajêr a HDP'ê hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan, endamên PM, MYK ên DBP'ê, Hevseroka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyigit, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, Hevserokên Şaredariyên DBP'ê yên qayim tayin bûn û endamên Meclîsa Bajêr beşdarî konferansê bûn. Feleknas Ûca piştî axaftina destpêkê axivî û got:"Pêkhatina konferansek bi vî rengî ku di vê pêvajoyê de pêk tê, gelek bi wate ye. Ji aliyekî zextên li ser kurdan heye ji aliyekî jî têkoşînek li dijî van zextana, ya ku vê konferansê bi wate dike, ev têkoşîn e."
 
'Tehemula wan li dijî kurdan tuneye'
 
Feleknasê bal kişand ser dijwariya pêvajoyê û anî ziman ku li dijî kurdan bêtehemuliyek heye. Feleknasê wiha berdewam kir:"Dema ku em dinihêrin li dijî kurdan bêtehemuliyek heye. Li vî welatî ferasetek 'rêveberiya navendî' heye. Waliyê xwe ew bi xwe hildibijêr in. Dema ku em li Almanyayê dinêrin li wir 16 eyalet hene, alên wê yên cuda hene, meclîsên wan hene. Hemû biryar ji aliyê şaredariyan tê dayin. Li wir biryarê serokên şaredariyan û encumen didin lê dema ku em li Tirkiyeyê dinêrin hemû biryar ji aliyê Enqereyê ve tê dayin. Li dijî îradeya gelan siyaset tê meşandin û qayiman tayinî şaredariyan dikin. Li vir armanc ew e ku rêveberiyê ji destên gel bigirin. Li ser siyaseta yekperestiyê kûr dibin. Ku em hemû wekî AKP'ê bifikiriyan dê wiha neba. Lê em dibêjin ku em tu carî nabin wekî we."
 
'Li ser îradeya gelê kurd polîtîkayên qirêj tên meşandin'
 
Feleknasê anî ziman ku dema ku qayim tayînî şaredariya kirin îcraata qayiman a yekem dijminatiye li dijî jinê bû, xwestin ku dest biavêjin destkeftiyên jinan. Feleknasê wiha berdewam kir:"Ku li welatekî jin ne azad be û siyaset tenê bi destên mêran bê meşandin li wir divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Ger em behsa qayiman bikin divê em behsa rastiyan jî bikin. Li dijî îradeya gelê kurd siyasetên qirêş tên meşandin."
 
Feleknasê bal kişand ser êrîşên li ser Efrînê û anî ziman ku êrîşên ku 18 roj in berdewam dikin desthilatdarî ye. Feleknasê anî ziman ku gelê kurd li dijî zilmê serî natewînin û got ew ê li Efrînê xwedî derkevin.
 
Feleknasê herî dawî wiha got:"Efrîn dilê gelê Kurd e. Efrîn li dijî zilmê têkoşînê dike. Bila kes nebêje gelê kurd li dijî tecrîdê, zilmê bêdeng dimîne. Tiştekî wisa teqez tuneye. Hûn dikarin parlementeran bigirin, dest bidin ser şaredariyan lê hûn vê têkoşînê nikarin ji mejî û dilê kurdan bibin. Azadî nêz e. Sedsala 21'emîn dê bibe ya kurdan. Li dijî vê zilmê em ê bibin dengek. Em ê deriyên girtîgehan vekin û birêz Ocalan azad bikin."
 
Feleknasê piştî axaftina xwe nameya Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya Sebahat Tuncel xwend.
 
Sebahatê di nameya xwe de wiha got:
 
"Avakirina demokrasiyê ya ku bingeha xwe ji rêveberiya herêmî digire, rêxistina gelan a xweser û rêveberiya xweser esas digire. Loma mijara bingehîn a ku divê di konferansê de bê nîqaşkirin ew e ku derfetên ji bo gel sîstema azadiyê û modelîzmê bi dest bixin, divê bên avakirin. 
 
'Êrîşa li ser Efrînê êrîşek li dijî mirovahiyê ye'
 
Operasyona desthilatdariyê ya li dijî Efrînê ket roja 18'emîn. Ev 18 roj in ku bi balafiran û bi çekên giran êrîşî gelê Efrînê dikin. Gelê sîvîl, jin û zarok hedef tên girtin. Em hemû dizanin ku ev êrîşana ne tenê li ser gelê Efrînê li dijî hemû gelê Kurdistanê û mirovatiyê tê kirin. Ji bo desthilatdariya Efrînê jî 'Tedbîra ewlehiyê' wekî hincet nîşan didin. Hemû cîhan dizane ku Efrîn cihekî ewle ye û ji bo mirovan ne tehdîdek e. Gelek sîvîlên ku ji şerê Sûriyeyê reviyan di Efrînê de bi cih bûn. Divê em li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê dengê xwe û têkoşîna xwe berz bikin.  
 
Gelê Kurdistanê yê ku li Kobanê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê têkoşînek bêhempa bi dest xistin bû hêviya hemû gelê cîhanê. Bi vê têkoşînê rihekî nû yê enternasyonel derket holê. Meşaleya azadiyê ya ku li Kobanê hat vêxistin a niha li Efrînê vêdikeve. Ji bo ev meşaleya hîn gur bibe peywir dikeve ser milên me hemûyan. Efrîn ne tenê Efrîn e. 
 
'Li dijî tecrîd û yekrengiyê divê piştgirî bê mezinkirin'
 
Mijarek jê ya girîng jî ew e ku divê li dijî polîtîqayên tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, dengekî hîn bilind û bi bondor divê dervekeve holê. Li Îmraliyê di şexsê Birêz Ocalan de siberoja gelên Kurdistanê û yên Tirkiyeyê tê tecrîdkirin. Tecrîd sûcekî mirovatiyê ye. Li derve jî û li hundur jî bi ferzkirina yekrengiyê tê xwestin ku mirovan bê rûmet bikin. Loma divê li derve jî li hundur jî bi hev re têkoşîn bê mezinkirin." 
 
Konferans bi axaftinan berdewam dike.