Leyla Bîrlîk: Em ne gumanbarên van rojan, şahidên wê ne

  • 09:10 6 Sibat 2018
  • Ramyarî
Şehrîban Aslan
 
AMED - Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk ku dadgehê 21 meh cezayê girtîgehê dayê diyar kir ku ew ne gumanbarên pêvajoyê, şahidên wê ne û got ew dizanin gumanbar kîne û heta wan li kursiya dadgehê bidin rûniştandin wê têbikoşin.
 
Di ser 4’ê mijara 2017’an de ku parlamenterên HDP’ê hatin binçavkirin de salek derbas bû. Operasyonên 4’ê Mijdarê hat destpêkirin hîna berdewam dikin û di salekê de gelek parlamenterên HDP’ê hatin girtin.  Ligel vê rêveber û hevserokên HDP’ê jî hatin girtin. Herî dawî Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi hinceta derbarê êrîşa Efrînê de daxuyanî daye hat binçavkirin û girtin. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk diyar kir ku ji ber siyasetmedar polîtîkayên dewlet û desthilatdariyê teşhîr dike ceza lê tên barîn û got ev ceza bi wan şûnde gavê nade avêtin.
 
‘Armanc tasfiyekirina siyaseta Kurd e’
 
Leylayê daxuyakirin ku operasyona 4’ê mijdarê bi destê desthilatdariyê hatiye kirin û cezayê li parlamenteran tê birîn jî parçeyeke vê pêvajoyê ye. Leylayê ev tişt anî ziman: “Ev operasyon bi armanca tunekirina qezencan e. Cezayên ji bo Îdrîs Baluken û Selma Irmak hatiye dayîn jî berdewama vê ye. Li Tirkiyeyê ji xwe bi salane ferasetek hiqûqa wisa heye. Vê hiqûqê li Cizîrê wenda kir. Ya hiqûqê li gorî xwe bikar tîne desthilatdarî ye. Armanc tasfiyekirina Kurdan e.”
 
‘Ewil navçe piştre welat dorpêç kirin’
 
Leylayê destnîşan kir ku beriya êrîşên Cizîrê bang li civaka Tirkiyeyê kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me wê demê got wê welat bigirin bin dorpêçê.  Me got ger navçeyek wisa bê dorpêçkirin ev agir e û wê li her derê wê belav bibe. Niha faşîzmê her der dorpêç kiriye.”
 
‘Hemû delîl ji holê rakirin’
 
Leylayê balkişand ser salek û 9 meh cezayê lê hatiye birîn û got bi îdiaya ‘heqeret li serokkomar kiriye’ ev ceza lê hatiye birîn û ev tişt bi lêv kir: “Dosyaya ez tê de hatim darizandin di esasê de dozeke ku min şahidiya wê kiriye. Min li Nexweşxaneya Cizîrê şahidiya gelek binpêkirina mafan û îşkenceya zayendî kiriye. Min li dadgehê ev daxwaz kir; bi rastî ger hûn li alî hiqûqek adîlane bin, ev sê welatî kuştine? Gelo çima hîna lêpirsîn nehatiye destpêkirin? Çima dîmenên nexweşxaneyê hatin tunekirin? Dîmenên îstîsmara zayendî li ku ne? Ji ber min ev teşhîr kir ceza dan min. Em ne gumanbarên pêvajoyê ne, şahidên pêvajoyê ne. Em dizanin gumanbar kîne. Heta ew li kursiya dadgehê rûnenin em ê têkoşînê bidomînin.”