‘Em ê bi coşa kongreyê Efrînê silav bikin’
- 09:28 4 Sibat 2018
- Ramyarî
Şehrîban Aslan
AMED - Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn beriya sêyemîn kongreya partiya xwe behsa xebatan kir û diyar kir ku gel xwedî li HDP’ê derdikeve û got wê coşa kongreyê Efrînê silav bike.
HDP di 11’ê Sibatê de sêyemîn kongreya xwe li Enqereyê pêk tîne. Amadekariyên kongreyê bê navber didomin. Li Amedê jî xebatên kongreyê didomin û Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn der barê xebatan de axivî û got gel moral û motîvasyonek mezin dide wan.
‘Gel piştgiriyek mezin dide’
Fîlîzê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ev demek dirêje ji bo kongreyê dixebitin û ev du hefteye jî zêdetir xebat tên meşandin û wiha berdewam kir: “Me bi rêveber û xebatkarên HDP’ê re serdanên esnaf û malan pêk anî. Coş û piştgiriya gel mezine. Her çiqas desthilatdarî hewl bide xebat vala derkevin jî em xebatan didomînin. Em bi şev diçin kahwe, kafe, mal û kolanan. Em pêvajoyê bi gel re dinirxînin.”
‘Coşek mezin heye’
Fîlîzê her wiha bi lêv kir ku Amedî gelek erênî û pozîtîk nêz dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî kongreyê eleqeyek mezin heye. Her wiha hêrsa wan heye. Bi moralê ku me ji gel girtiye, emê hevdîtina aştî û demokrasiyê di kongreya xwe de pêk bînin. Em texmîn dikin ku wê 2 hezar kes tevlî kongreyê bibin. Emê bi coşa kongreyê Efrînê silav bikin. Emê aştiyê hêdî hêdî bih