Avahiya HDP'ê ya Amedê 14 roj in hatiye dorpêçkirin

  • 09:01 3 Sibat 2018
  • Ramyarî
AMED - Rêvebira Bajêr Memduhe Biçer dorpêçkirina avahiya HDP'ê ya Amedê ku 14 roj in didome nirxand û got:"Dorpêçkirina avahiya partiyek siyasî nayê qebûlkirin." 
 
HDP'ê di 21'ê Çileyê de li ber avahiya xwe ya Amedê ji bo êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê xwest ku daxuyaniyê bide lê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û avahiya bajêr dorpêç kiribûn. Memduhe Biçer bertek nîşanî dorpêçkirina ku 14 roj in didome, da û got li dijî van hemû polîtakayan ew gavê paş de navêjin. 
 
'Tehemula wan li dijî daxuyaniya çapemeniyê jî tuneye'
 
Memduhe dorpêçkirina avahiya bajêr wekî (Dagirî) pênase kir û got ev demek dirêj e ku ew di bin çavdêriya polîsan de dikevin avahiyê û derdikevin. Memduhe got:"Dixwazin bi her awayî qedexeyê li ser me ferz bikin û asteng bikin. Me hîn ev tişt fam nekiriye. Dorpêçkirina avahiyek siyasî nayê qebûlkirin."
 
'Tirkiye welatekî antîdemokratîk e'
 
Memduhe daxuyaniya Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan bi bîr xist û got:"Dibêjê em ê we ji ber tiştên ku hûn dikin poşman bikin. Serokkomarê dewletekê radibe vê gotinê dike. Em partiyek fermî û qanûnî ye çawa dikare daxuyaniyek wiha bide? Her wiha avahiya me ya navçeyê ya Pendîkê hat şewitandin. Dixwazin bi vî awayî me biçewisînin. Heta ku em hebin em ê li partiya xwe xwedî derkevin. Em dikarin bibêjin vir welatekî antîdemokratîk e, bila kes ranebe û nebêje vir welatekî demokratîk e."
 
'Ligel zextan em ê kongreya xwe  çêbikin'
 
Memduhe diyar kir ku bûyina êrîşên bi vî rengî yên berî kongreya 11'ê Sibatê ne tesaduf e û got ew wekî jin li dijî zextan û polîtîkayên çewisandinê serî natewînin. 
 
Memduhe got:" Berê em çawa têdikoşiyan em ê a niha jî têbikoşin. Em hêza xwe ji têkoşîna xwe ya jinê, ji dîroka xwe û ji HDP'ê digirin. Em bang dikin ku hemû jin tevî hemû zext û polîtakêyên dijwar xwedî li HDP'ê û li kongreya HDP'ê derkevin."