Konferansa Rêveberiyên herêmî ya jinan a DBP'ê dest pê kir

  • 14:08 30 Çile 2018
  • Ramyarî
AMED - Konferansa Rêveberiyên Herêmê ya Jinan a DBP'ê bi dirûşma "Em ji bo axa xw, Rêberê xwe û azadiya xwe bi ber xwe didin" û "Jin li dijî faşîzmê li ber xwe didin" hat destpêkirin.
 
Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmê ya Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) li navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma ""Em ji bo axa xw, Rêberê xwe û azadiya xwe bi ber xwe didin" û "Jin li dijî faşîzmê li ber xwe didin"  hat destpêkirin.  Di konferansa ku hat destpêkirin de Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay, Hevberdevka  HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Alîgirên Hevserokên DBP'ê, Hevşaredarên DBP'ê û gelek nûnerên saziyên sivîl ên jin jî amade bûn.
 
'Bijî berxwedana zindanan'
 
Konferans bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di berxwedana demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin. Axaftina vekriinê ji alyê Alîgira Evserokên DBP'ê  Hacer Ozdemîr ve hat kirin. Hacer di destpêka axxafitna xwe de  Hevseroka DBP'ê ya girtî Sebahat Tuncel bi bîr xist û axafitna wê bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat pêşwaziîkriin. Hacer diyar kir ku ev 8 roj e Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di bin çavan de tê girtin û anî ziman ku di kesayeta Leyalayê de êrîşî berxwedana jinê hatiye kirin. 
 
'Faşîzim jinan ji bo xwe asteng dibîne'
 
Hacer destînşan kir ku îktîdar jin ji bo xwe kirine hedef û ev tişt got, "Faşîzm ji bo ku perspektîfên xwe bike meriyetê jinan ji bo xwe wekî asteng dibîne. Ji bo ku kurd nebin xwedî sitatuyek vê bi tecrîtkirina Abdullah Ocalan dixe meriyetê."
 
'Sedsala 21'ê wê bibe sedsala jinan'
 
Hacer axafitna xwe wiha berdewam kir: "Ji duh heta roja îro pêvajoya êrîşê her ku diçe zêde dibe û berdewam dike. Êrîşa li ser HDP'ê bi bi hedefgirtina  Fîgen Yuksekdaga hat destpêkirin û di kesayeta wê de xebatên jinan hedef hatin girtin. Berxwedana ku ji Rojava hat destpêkirin ji bo hemû gelan mû mînak. Îro aramanca êrîşên ku tên kirin jî têkbirina înşakirina jiyana li Rojava ye. Bi qeyûmên ku tayînî DBP'ê hatin kirin re hat xwestin ku çanda kurd bê tunekirin, zimanê kurdan û jiyana di pêşengiya jinan de bê asîmîlekirin. Li dijî van hemû pêkanînên faşîzan rêxistinbûna jinan girîng e. Wê sedsala 21'emîn bibe sedsala jinan."
 
Konferansê bi nameya ku Hevseroka DBP'ê ji Girtîgehê şand hat berdewamkirin.