Ji DBP’ê ji bo Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî bang

  • 09:40 26 Çile 2018
  • Ramyarî
Duygu Cînîvîz
 
AMED- Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Jinan a DBP’ê di 30-31’ê Çile de bi dirûşma ‘Li dijî faşîzmê pergala hevserokatiyê’ û ‘Li dijî faşîzmê jin li berxwe didin’ wê pêk bê.  Berdevka Komîsyona Jinan a Navenda Giştî ya DBP’ê Sevîm Aksoy bang kir ku divê hemû jin li dora konferansê bibin xelek. 
 
Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Jinan a DBP’ê di 30-31’ê Çile de bi dirûşma ‘Li dijî faşîzmê pergala hevserokatiyê’ û ‘Li dijî faşîzmê jin berxwe didin’ wê li Salona Vedat Aydin ya HDP’a Amedê pêk bê. Berdevka Komîsyona Jinan a Navenda Giştî ya DBP’ê Sevîm Aksoy der barê konferansê de agahî a û diyar kir ku ji bo bersiveke xurt a ji bo pêvajoyê bên cem hev.
 
Sevîmê diyar kir ku tevgera siyaseta kurd pergala hevserokatiyê di rêveberiyên herêmî de xist pratîkê û  di siyaseta cîhanê de bû mînak û got: “Jinên kurd bi konferansê dikarin bên cem hev û  bersivek xurt bidin pêvajoyê.  Di 11’ê îlona 2016’an de ji bo 24 şaredariyan qeyûm hat tayînkirin. Di encamê de niha 94 şaredariyê DBP’ê qeyûm lê hatin tayînkirin.  Bi qeyûman jin ji qada siyasetê hatin derxistin û hepsê malê hatin kirin. Di vê pêvajoyê de jî jin bêdeng neman û li dijî çanda xespê rabûn ser piyan.”
 
Sevîmê balkişand ser konferansê di 6 mehan carê de pêk tên û got: “Me bi konferansê jinan hewl dan bersivê bidin êrîşan. Tevî hemû zor û zehmetiyan em bi biryarin ku konferansan pêk bînin.”
 
Sevîmê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê di konferansê de peyamên Sebahat û Gultanê jî bên xwendin wê nêzî 200 jinî bên cem hev.