‘Civak bi OHAL’ê re ji êrîşan re tê vekirin’

  • 09:21 23 Çile 2018
  • Ramyarî
Duygu Cînîvîz
 
AMED - Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Bulutekîn diyar kir ku armanca her ji sê mehan dirêjkirina OHAL'ê zêdekirina zextên li ser jinan û bi girtina parlamenteran re vekirina civakê ji êrîşan re ye.  
 
Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an şûnde di 20’ê Tîrmehê de OHAL hat îlankirin û ji her sê mehan carekê tê dirêjkirin û bi OHAL’ê re bêguman herî zêde destkeftî û têkoşîna jinan hedef hat girtin. Piştî civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî şûnde OHAL carek din hat dirêjkirin. Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn  der barê OHAL’ê de nirxandin kir û diyar kir ku desthilatdarî jinan hedef digire.
 
‘Li dijî serdestiya mêr têkoşîn tê dayîn’
 
Fîlîzê destnîşan kir ku jin bi hezaran salane li dijî serdestiya mêr têdikoşe û wekî ku ev jî  têrê neke jî destkeftiyên hevpar hatine bidestxistin jî bêpar hatiye hiştin. Fîlîzê ev tişt anî ziman: “Têkoşîna azadiya jinê çareseriya pisgirêka civakî jî bixwe re aniye.  zîhniyeta mêr polîtîkayên ku jinan biçûk dixîne, girêdayê mêr dihêle, şîdetê pêk tîne û dikuje dike jiyanê.”
 
‘Jin bi awayekî sîstematîk rastî êrîşê tên’
 
Fîlîzê daxuyakirin ku piştî îlankirina OHAL’ê gelek dijhiqûqî bi KHK’ê re hatine rewakirin û ev tişt anî ziman: “Di vê demê de bi awayekî sîstematîk jin hatin qetilkirin, bedena wan hat teşîrkirin, li dijî jinan her cureyê polîtîkayên qirêj ketin jiyanê.  Di 2017’an de nêzî 400 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.  Ji 50’yî zêdetir jin rastî êrîşa zayendî hatin, 126 jin hatin tacîzkirin û 215 zarokên keç rastî îstîsmara zayendî hatin. Bi mufredata perwerda zayendî  re zayenda civakî hat kûrkirin. Ev hemû bi OHAL’ê re girantir bûn.”
 
Fîlîzê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Zextên liser jinan, girtina siyasetmedaran, girtina rêyên siyaseta demokratîk û rakirina pergala hevserokatiyê re civak ji êrîşan re hat vekirin.Dixwazin civakê bêparastin bihêlin. Sedema vê jî eve ku desthilatdarî modela xwe li gelan ferz bike.  Em wek HDP wê bi hemû aliyên civakê re têkoşîna dmeokratîk bidomînin.Divê em li dijî hêzên paramîlîter jî bi awayekî   hevpar têbikoşin.”