Bi Serpîl Kemalbay re beriya kongreyê:AKP bi gopal li ser piya disekine

  • 09:15 18 Çile 2018
  • Ramyarî
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay diyar kir ku AKP û Tayîp Erdogan bi gopalê polîs, leşker û çapemeniya alîgir li ser piya disekine û  got ev rejîm di dema xwe ya herî qels de ye û ji bo sêyemîn kongreya partiya xwe got ‘Em ê bi hêvî dema nû pêşwazî bikin’. Serpîlê diyar kir ku  hêvî xewna kesên jêhatî ye û got ew jî bi xebatê, berxwedanê, polîtîkayên nû û pêşniyarên çareseriyê ji bo vê pêvajoyê xwe amade dikin.
 
Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay beriya  sêyemîn kongreya di 11’ê Sibatê de li Enqerey^epêk tê pirsên ajansa me bersivand. Serpîlê desthilatdarî wek rejîma ‘AKP-Erdogan’ vegot û got li dijî vê rejîmê hemû aliyên demokratîk bên cem hev û têbikoşin. 
 
‘Na, HDP naqede, wê neqede, ji ber HDP gel e’
 
*Di sala 2017’an de, zext, îxrac, komkujî zêde bûn. Hun di alî HDP’ê de sala 2017’an çawa dikarin binirxînin?
 
Salek tije têkoşîn bû. Dewletê ji bo HDP’ê tine bike êrîş kir. Hevserokên me di 4’ê Mijdarê de hatin girtin, parlamenter û hevşaredarên me hatin girtin. Ev tevgera tasfiyeyê bû.  Wan digot wê HDP’ê bi girtinan biqedîne. Lê dîtin ku HDP naqede, wê neqede, ji ber HDP  gel e.
 
*Van rojan Tayyîp Erdogan û serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî ji bo tifaqên nû hatin cem hev. Ev tifaq ji bo gelên Tirkiyeyê çi îfade dike?
 
Divê mirov ji alî demokrasiya Tirkiyeyê de binêre. Yên heta îro xwe wek xwediyê dewletê dîtin, polîtîkayên xwe yên neolîberal û yekparêz bi awayekji din dimeşînin. Em Mehmet Agaran, Bahçeliyan baş nas dikin. Niha ev dixwazin polîtîkayên înkar û îmhayê ji nûve pêk bînin. Nokteya van hemane. Niha ji bo xwe bidomînin Erdogan û Bahçelîk bi tifaqê dertên pêş me. 
 
‘HDP neçare faşîzmê têk bibe’
 
*HDP ji bo li dijî vê tifaqê têbikoşe, divê rêyek çawa bimeşîne?
 
Em dizanin têkoşîneke demokrasiyê ya zehmet li pêş me ye. Tifaqa Erdogan û Bahçelî bi binçavkirin, îşkence, zext, îxrac û bombeyan li ser piya dimîne. Heta rejîmek ku bi OHAL û KHK’yan li ser piya dimînin heye. HDP di 2018’an de neçare aliyê demokratîk yên berfireh bîne cem heve. Neçare vê pêk bîne. Jixwe bernameya partiyê jî vê dihundirîne. Her wiha HDP berpirse ku vê faşîzmê têk bibe.
 
‘Postalên 12’ê îlonê Erdogan li xwe kir’
 
*Ez dixwazin li ser pêkanîna cilên yek reng ya li girtîgehan ferz dikin, bisekinim. HDP wê li dijî vê pêkanînê çi bibe?
 
Jixwe polîtîkayeke girtinê ya mezin tê şopandin.  Niha ji 220 hezarî zêdetir kes di girtîgehan de ne. Em dizanin ku îşkenceyek sîstematîk li girtîgehan pêk tê. Em ji salên 1980’ê jî vê dizanin. Di darbeya 12’ê îlonê de jî ev pêk hatibû.  Lê girtiyan berxwedanek mezin nîşan dabû.  Di desthilatdariya 15 salî ya Erdogan-AKP’ê de jî me gelek caran di nokteya hesabpirsînê de nîqaş meşand. Erdogan di axaftinan de digot ew li dijî rejîma 12’ê îlonê têdikoşe. Lê niha heman postal Erdogan li xwe kiriye û êrîş dike. Di 12’ê îlonê de  girtiyan çawa beraxwedan, çawa Gultan Kişanakê berxweda, wê dîsa girtî berxwe bidin û qezenc bikin. Emê jî li dijî vê polîtîkaya yekparêz ya xwe dispêre înkarê têbikoşin.
 
‘KHK dawî hemû civakê hedef dike’
 
*Li gorî we bi KHK’yan ya tê hedefkirin şerê navxwe yî ye?
 
Nekarin birêve bibin ji ber vê zextê zêde dikin. Ya tê xwestin ji şerê navxweyî wêdetir, di terza Zîlan, Mereş û Çorumê de   bi destê dewletê  dînamîkên Tirkiyeyê tasfiye bikin. Ji ber vê ev KHK’a hemû aliyên civakê hedef dike. Ji bo ev KHK’a  ji holê rabin hewcedarî bi têkoşîna demokrasiyê heye.
 
*Divê asta vê têkoşînê çibe?
 
Li dijî vê feraseta faşîst ya  mevzuata mafê mirovan û hiqûqê tine dike, peymanên navneteweyî tine dike,  têkoşîn pêwiste.  Bi mîlyonan kes bi OHAL’ê mexdur bûn. Ya divê demildest bê kirin,  divê mexduriyet bên rakirin.Li dijî OHAL’ê bexwedan, asta têkoşînê ye.
 
‘Dewlet berê xwe dide jinan’
 
*Di dema pêş de emê rewşa şênber a şîara ‘HDP partiya jinaye’ wê bi çi teşeyê bibînin?
 
Em konferansên herêmî pêk tînin. Em bi kesên ku dixwazin der barê HDP’ê de fikra xwe bêjin re tên cem hev. Taybetiya partiya jinê ya HDP’ê xwe li her derê dide nîşand an. Bêguman em vê têr nabînin. Ji bo pêşketinê gelek rê hene. HDP di vê mijarê de rola şoreşger dilîze. Aliyê xurt yê HDP’ê jinin û ji ber vê  desthilatdarî jî berê xwe dide vê hêzê.  Dîsa li dijî siyasetmedarên jin êrîş hene.
 
*Dema polîtîkayên jinan yên 15 salî bê nirxandin tabloyek çawa dertê holê?
 
Di 15 salên dawî de li Tirkiyeyê îstîsmara zayendî zêde bû, wekheviya zayendî bi giştî şûnde ketiye û em dibînin ku di alî qanûnî de mafên jinan şûnde ketine û dîsa jin bi şîdeta dewletê re rû bir û ne. Olê dikin rewşa rejîma nû. Dîsa ji bo berdewama pergalê dibistanan bi teşe dikin. Em niha bi zîhniyeteke ku dibêje zarokên 9 û 12 salî dikarin bi zewicin re rû bi rû ne.
 
‘Rejîma Erdogan di astan têkçûnê de ye’
 
*Di 11’ê Sibatê de partiya we kongreya xwe ya sêyemîn pêk tîne. Di kongreyê de wê çi derkevin pêş?
 
HDP wê careke din derxe holê ku partiya rêgezane, kirdeya herî girîng ya têkoşîna demokrasiya Tirkiyeyê ye. Rejîma AKP-Erdogan di rewşek zehmet de ye. Di esasê de bi gopalan li ser piyan disekine. Leşker, çapemenî, polîs, paramîlîterên siyasî tinebe nekare rojekê li ser piya bisekine. Rejîma Erdogan li ber tinebûnê ye, ji ber vê divê em hêza xwe bikin ye.
 
*Hun dikarin amadekariyên kongreyê parve biki?
 
Kongre di 11’ê Sibatê de li Arena Enqereyê pêk tê. Hevserokên me dîl hatine girtin û heta niha me bi têkoşîna kolektîf têkoşîn da. Partiya me dixwaze xwe xurt bike û ji bo dema nû amadekariyan bike. jin, ciwan, reng, govend, horon yanî wê bibe şahiya muxalefetê. Hewcedariya her kesî bi rojên xweş, bê şîdet heye.  Hewcedariya me hemûyan bi welatekî demokratîk heye. Projeya HDP’ê jî vê armanc dike.   Em ji bo welatekî hevpar, civakek demokratîk azad, azadiya zayendî derketin rê. Beşeke mezin a civakê niha di girtîgehan de ye. Fîgen Yuksekdga, Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û akademîsyen niha girtîne. Rojnameger, rewşenbîr girtîne. Li dijî van êrîşan divê em bên cem hev. Dema me ya bê wendakirin tine.