Serpîl: Li Efrînê gel xwe rêve dibin, tu çima aciz dibî?

  • 15:27 16 Çile 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay nerazîbûn nîşanî amadekariyên dagirkirina Efrînê û gefên Erdogan da û got; "Her roj radibe dibêje, 'Ez ê lê bidim, ez ê bişikînim, ez ê bibim. Li Efrînê gel xwe rêve tu çiama aciz dibî?"
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî û rojev nirxand.
 
Serpîl diyar kir ku rejîma AKP-Erdogan û Devlet Bahçelî ji têkoşîna demokratîk a li welêt tirsiyan û xwe li hev girtin. Serpîl destnîşan kir ku van herdu partiyan ji bo şer gur bikin û dijminatiya gelan bikin, bûne hevkar.
 
'Divê şer neyê sorkirin'
 
Serpîl bal kişand ser amadekariyên ji bo dagirkirina Efrînê û got; "Em îro dibînin ku amadekarî tê kirin ji bo êrîş li dijî Efrînê were kirin. Bi gotinên şer timî gefê li Rojava dixwe. Bi vê yekê re dixwaze şer timî gur bike. Eger agirê şer û dijberî bê tefandin, wê hesabê gendeliyê, kuştina jinan û kuştina karkeran ji AKP'ê were pirsîn. Lewma ji bo parastina desthilatdariya xwe, dest bi hesabê Efrînê kirine. Şerê li Sûriyeyê li ber qedandinê ye, mase tên danîn. Di demekê de ku hewldanên çareseriyê dewam dike, nayê qebûlkirin ku Tirkiye şer ji nû ve sor bike."
 
'Tu çima ji vê acizî'
 
Serpîlê da xuyakirin ku di vê pêvajoya danûstandinan de divê Tirkiyê bibe pêşek û wiha got; "Piştgirîdayina ji bo hêzên demokrasiyê yên li Sûriyeyê bi kêrî berjewendiya gelên Tirkiyeyê tê. Eger Tirkiye destê xwe dirêjî gelê kurd ê li Efrînê bike qiyamet ranebe, berevajî wê ew ê qesr hilweşe. Wê li qesrê qiyamet rabe. Ji ber vê yekê dixwazin polîtîkayên xwe bidomînin. Eger ev atmosfera şer nedome, wê çawa Rewşa Awarte bidomînin? Wê sparteyeke çawa ji biryarnameyên xwe re bibînin? Li Efrînê kurdan, ereban, ermeniyan, asûriyan meclîsên xwe ava kirine û dixwazin xwe bi rê ve bibin. Tu çima ji vê aciz î? Her roj radibe dibêje, 'Ez ê lê bidim, ez ê bişikînim, ez ê bibim F-16'. Hinekî bibe mirov! Li pêşberî me desthilatdariyeke welê heye ku bi gotinên gelekî xerab nebaşiyê li vî welatî dike."
 
Di dawiya axaftina xwe de Kemalbay ji bo 3'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê ya 11'ê Sibatê ku wê bê lidarxisitn.