‘Hewldana me ya avakirina civaka ahlaqî û polîtîk wê bidome’

  • 09:36 16 Çile 2018
  • Ramyarî
Duygu Cînîvîz
 
AMED - Endama PM'a DBP'ê Ayşe Çelîkbîlek bertek nîşanê gotinên Tayîp Erdogan yên wekê ‘Ma gelo ew nirxê dizanin? Na heyran bi wan re tiştek wisa heye? Li cem wan ji mriovan re xizmet, rêzdarî tine ye. Ger hun xizmetê bikin, hun dijminê wanin. Divê mirov ji wan re xizmetê nekin, da halên wan de bên hiştin’ da û diyar kir ku bersiva herî baş wê li qadan û ser sindoqan bê dayîn.
 
Serokkomar Tayîp Edogan di civîna Şuraya li Aksaray bi qeymeqaman re pêk hat de ku axivî û gotibû: “Ma gelo ew nirxê dizanin? Na heyran bi wan re tiştek wisa ye? Li cem wan ji mriovan re xizmet, rêzdarî tine. Ger hun xizmetê bikin, hun dijminê wanin. Divê mirov ji wan re xizmetê nekin, di halên wan de bên hiştin.” Endama PM'a DBP'ê Ayşe Çelîkbîlek ji ajansa me re axivî û bertek nîşanê gotinên Tayyîp Erdogan da.
 
‘Îradeya gel tine hat hesibandin’
 
Ayşeyê balkişand ser qeyûmên tayînê şardariyên DBP’ê bûne û diyar kir ku îradeya gel hatiye tinekirin û wek dagirkirinê dest dane ser şaredariyan û wih agot: “Şaredariyên me yên hatin desteserkirin, kirine wek qereklan û hemû têkiliya bi gel re hat birîn. Di pêvajoyek wisa de daxuyaniyek wisa ji bo me ne daxuyaniyek ji rêzê ye.”
 
‘Projeyek ji bo gel hatiye kirin tine’
 
Ayşeyê daxuyakirin ku ji sala 2016’an de ye der barê xebatên butçeyê de gel nayên agahdarkirin, şaredariyên ku qeyûm tayîn kirinê wekê ku dixebitin nîşan didin û got: “Bi destê desthilatdariyê li şûna şaredarî xebatên ji bo gel bimeşîne, xebatên qerekolan dimeşînin.  Projeyek ku ji bo gel hatiye kirin tine. Şaredariyên DBP’ê heta niha bi felsefe û paradîgmaya xwe hemû xebatên xwe yên siyasî li ser navê gel meşandin. Ji vir şûnde jî wê debatên me bidomin. Emê israra xwe ya civaka azadîxwaz, ekolojîk û demokratîk de bidomînin.”
 
‘Di vê zîhniyetê de hezkirina zarokan tine’
 
Ayşeyê destnîşan  kir ku her tim ji aliyê desthilatdarî û qeyûm ve hezkirina zarokan tê ziman, lê navê parka ji bo bîranîna Ceylan Onkol hatibû çêkirin hat guherin, abîdeya ji bo bîranîna Ugur Kaymaz hatibû çêkirinhat rakirin. Ayşeyê da zanîn di vê zîhniyetê hezkirina zarokan tine û got  zarokên Kurd her tim hedef tên girtin.